13:43 25 Nîsan 2018
    Qamişlo çalakî, al

    ‘Operasyona muhtemel a ser Qamişloyê ji bo ermeniyan gefeke mezin e’

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Ermenistan ji ber îhtimala ku Tirkiye piştî Efrînê êrîşî ser bajarê Qamişlo yê di bin kontrola kurdan de ye bike bi fikar e, lewra gelek ermeniyên dîasporayê li wî bajarî dijîn.

    Seroka Zankoya Zanistên Rojhilat a Zanîngeha Dewletê ya Erîvanê Ruben Melkonyan ragihand ku gavên berdewam ên operasyonên Tirkiyeyê li ser erda Sûriyeyê ji bo ermenên dîyasporayê yên li wî welatî dijîn gefek e mezin e.

    ‘LI QAMIŞLO ERMENIYÊN DÎYASPORAYÊ DIJÎN'

    Melkonyan bal kişand ser ku artêşa Tirkiyeyê piştî Efrînê yek ji bajarên ku plan dike bike armanc Qamişlo ye û li Qamişlo jî gelek ermen dijîn.

    ‘ARTÊŞA TIRK BIKEVE QAMIŞLO WÊ RÛBIRÛYÎ ERMENAN BIBE'

    Akademisyenê ermen metirsî û gefa li ser ermeniyên Sûriyeyê anî ziman û got, "A rast ger dor were Qamişloyê, dê artêşa tirk û dîyasporaya ermenî rûbirûyî hev bibin. Dema tiştên di dîrokê de qewimîne em bînin ber çavan, qet ne zehmet e ku dê çi encam derkevin."

    ‘ARMANCA ERDOGAN NIHA MÛSIL E'

    Melkonyan herwiha gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên derbarê destwerdana erda Iraqê ya hebûna PKKê lê heye û diyar kir, armanca sereke ya Erdogan Mûsil xuya dike.

    Bi heman mijarî:

    Kremlînê bersiv da îdiayên ‘destjikarberdana Lavrovî'
    ‘Şam amadekariyê dike ku bersivê bide êrişên Amerîkayê'
    Koma medyayê ya tirkî Dogan hat firotin
    Netanyahû: Em ê nehêlin neyarên me bibin xwediyên çekên nûklerî
    Ayşe Hur: Ketina Efrînê li gorî hiqûqa navneteweyî dagirkerî ye
    Etîketan:
    Qamişlo, Tirkiye, Ermenistan, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de