15:47 21 Gulan 2018
    Benyamin Netanyahu

    Netanyahû: Em ê nehêlin neyarên me bibin xwediyên çekên nûklerî

    © REUTERS / Ammar Awad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Artêşa Îsraîlê îro ragihandibû ku wan di sala 2007an de "reaktoreke nûklerî ji nav biribû", Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahûyî ragihand ku dê heman polîtîkayê dewam bikin û got ku "em ê li ser berdewam bikin ku neyarên me nebin xwediyên çekên nûklerî."

    Artêşa Îsraîlê îro îu piştî 11 salan piştrast kir ku wan di sala 2007an de li Sûriyeyê li wê tesîsekê xistiye ku guman hebû reaktora nûklerî be. Îsraîlê ragiahnd ku "wan metirsiyeke mezin ya li ser welatê wan û herêmê ji holê rakiriye û herwisa ev ji bo dijminên wan peyamek bû."

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahûyî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek derbarê mijarê de belav kir.

    Hikûmeta Îsraîlê, artêş û îstîxbarata wê Mossad, qabiliyeta Sûriyeyê ya nûklerî asteng kir. Hemû pesindanê jî ji bo vê heq dikin. Polîtîkaya Îsraîlê wek xwe ye; Astengkirina neyarên me ku bibin xwediyên çekên nûklerî."

    Bi heman mijarî:

    Netanyahû: Divê em nehêlin rêvebiriya Filistînê hilweşe
    Netanyahû ji bo hevdîtina bi Pûtîn re diçe Rûsyayê
    Netanyahû: Berpirsê biryara rawestandina cîwarbûnê Obama ye
    Netanyahû: Axaftina Kerry 'Pêş hukmî' ye
    Etîketan:
    Mossad, Benyamîn Netanyahû, Îsraîl, Îran, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de