10:17 23 Nîsan 2018
    İsrail'in 2007'de Suriye'de yok ettiğini duyurduğu nükleer reaktör

    Îsraîlê piştî 11 salan got: Me 'reaktora nukleerê' ya li Sûriyeyê xist

    © REUTERS / IDF
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Îsraîlê cara pêşîne piştrast kir ku wan di sala 2007an de li Sûriyeyê li wê tesîsa ku guman hebû reaktora nukleerê be, xistiye. Îsraîlê parast ku wan metirsiyeke mezin ya li ser welatê wan û herêmê ji holê rakiriye û herwisa ev ji bo dijminên wan peyamek bû.

    Piştî ku artêşa Sûriyeyê sansura 11 salane rakir, Tel Avîvê cara pêşîn piştrast kir ku wan di sala 2007an de li Sûriyeyê li tesîsa ku wekî reaktora nukleerê dihat qebûlkirin, xistiye.

    OPERASYON 4 SAETAN AJOT Û 10 TON BOMBE HAT AVÊTIN

    Li gorî daxuyaniyê 4 balafirên F-16 û 4 balafirên F-15 yên artêşa Îsarîlê di 6ê Îlona 2007an de li herêma Dêra Zorê tesîsa El Kibarê bombebaran kir.

    Hat daxuyandin ku operasyon bi qasî 4 saetan ajotiye û vi tevahî 18 ton bombe hatiye bikaranîn.

    İsraîlê anî ziman ku reaktora bi alîkariya Koreya Bakur hatiye avakirin û ger nehata bombebarankirin wê di dawiya sala 2007an de bihata aktîfkirin. Herwisa Îsraîlê parast ku wan îstixbarat girt ku ev tesîs dê ji bo Îsraîlê û herêmê bibe metirsiyeke mezin û wan ew bombebaran kiriye.

    WEZÎRÊ ÎSRAÎLÊ: NIHA JÎ ÎRAN E

    Wezîrê Îstixbaratê yê Îsraîlê Israel Katz jî li ser hisabê xwe yê Twitterê got, tunekirina reaktorê ji bo Îranê peyamek e.

    Katz ev tişt gotin, "Operasyon û serkeftina operasyonê nîşan da ku Îsraîl wê destûrê nede ku çekên nekleerê bikevin destê dijminên hebûna wan. Wê demê Sûriye bû, niha jî Îran e."

    Sûriyeyê piştî êrîşa sala 2007an Îsraîl bi binpêkirina qada hewayî ya wan sûcdar kiribû lê derbarê hedefê de agahî nedabû.

    Lê Şamê diparast ku ew tesîsa hat bombebarankirin ne reaktora nukleerê bû.

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya Îsraîlê: Têkiliyên Tirkiye û Erebistana Siûdî bi dawî dibin
    Parlamentera Îsraîlê ji bo berdana Salih Muslimî: Gelekî baş bû
    ‘Îhtimal heye li sala 2019an şerê Îran-Îsraîlê derkeve’
    Îsraîlê li ser xistina balafira xwe daxuyaniyeke nû da
    Etîketan:
    reaktora nukleerê, Wezîrê Îstixbaratê yê Îsraîlê, Israel Katz, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de