13:57 25 Nîsan 2018
    Hemas

    Hemasê tehdîd kir: Hetanî Trump biryara xwe venekişîne em ê çalekiyên kêrkirinê bidomînin

    © REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Bûroya Siyasî yê Hemasê Musa Dudîn di axaftina xwe de ragihand ku hetanî Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara xwe venekişîne em ê çalekiyên xwe yên kêrkirinê bidomînin.

    Endamê Bûroya Siyasî yê Hemasê Musa Dudîn di axaftina xwe de got: "Çalekiya kêrkirin a Ebdurrahman Beni Fadl perçeyek tekoşîna li hemberî dagirkeriyê ye."

    Musa Dudîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Armanca vê peyamê ev bû ku Quds aîdî Filistîn û ereban e. Gelê me wê her tekoşîna xwe bidomîne. Hetanî Trump biryara xwe ya Qudsê venekişîne dê çalekiyên kêrkirinê bidomin. Hêzên dagirker hetanî dagirkeriya xwe bidomînin wê ne di ewlehiyê de bin."

    Dudîn di dirêjiya axaftina xwe de got: "Dagirker çi dikin bila bikin wê nikaribin tekoşîna gelê me bişkînin. Operasyonên ku ev du rojan dewam dikin îspata vê ye. Gelê Filistînê bedeldayîna ji bo Qudsê wê bidomîne."

    Bi heman mijarî:

    Ebbas aciz bû: Hemas dixwaze bi me re an bi Îranê re li hev bike
    Hemas: Îsraîl bicihbûna derqanûnî, li dijî lîderên ereb radibe
    Îsraîl li Hemas da
    Li Libnanê li hemberî rêvebirê Hemasê êrişa bombeyî
    DAIŞê şer li dijî Hemasê ragihand: Didin pey Rojavaya kafir
    Serokê Hemasê li dijî Îsraîlê banga întîfadayê kir
    Etîketan:
    Endamê Bûroya Siyasî yê Hemasê, Musa Dudîn, Quds, Filistin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de