08:26 23 Nîsan 2018
    Alîkariya mirovî - Xaçasor - karwan

    Xaça Sor: 14 TIR alîkariyên mirovî bo Efrîniyan hatin şandin

    © AP Photo / MAHMOUD TAHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî Iolanda Jaquemet ragihand ku ji Efrîniyên ku derbasî Til Rifatê bûne re, 14 TIR alîkariyên mirovî hatine gihandin.

    Jaquemet got, "Karwan gihîşt. Lê belê dê valakirina 14 TIRan hinekî demê bistîne."

    Karwana alîkariyê bi hevkariya Xaça Sor û Heyva Sor a Sûriyê hat birêkirin.

    Di nav alîkariyên 25 tonî de; 21 hezar cilûbergên zarokan, 2 hezar yên jinan, têra 3 hezar kesan tiştên paqijiyê, 22 hezar 500 betanî, 75 hezar paçikên zarokan û 2 hezar jî kelûpelên mitbexê hene.

    Xaça Sor beriya niha ji Efrîniyên çûne Nubel û Ez Zehreyaê re jî betanî û doşek şandibûn.

    Xaça Sor ku alîkariyan kêm dibîne, plan dike ku alîkariyên zêdetir bigihîne koçberên Efrînê.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Ti rêkeftinek bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê çênebûye
    Li Parîsê protestoya Efrînê: Çalakvan ber bi meydana Republicayê dimeşin
    Newroz tê pîrozkirin: Îsal Newroz xemgîn e, lê em cejna xwe ya netewî bernadin
    Hikûmeta lraqê ji bo cejna Newrozê 2 roj betlane ragihand
    Iraq: Di mijara ewlehiya sînoran de em amade ne ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin
    Pisporê rûsî: Kurdan Efrîn li ser daxwaza Amerîkayê ji Tirkiyê re hişt
    Etîketan:
    Efrîn, Alîkarî, Xaça Sor, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de