19:22 20 Nîsan 2018
    Tetbîqata leşkerî ya Tirkiye û leşkerên Iraqê

    Iraq: Di mijara ewlehiya sînoran de em amade ne ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hikûmeta Iraqê ragihand ku di mijara ewlehiya sînorên hevpar da ew amade ne ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin.

    Wezîrê Dadê yê Iraqê Heyder el-Zamlî îro pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Fatih Yildiz kir. Dîplomatê tirk Yildiz diyar kir ku di warê ewlehiya sînoran de Iraq amade ye ku hevkariyê bike. El Zamlî ev tişt gotin, "Jikûmeta Iraqê di mijara ewlehiya sînorên hevpar da amade ne ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin."
    Wezîrê iraqî da zanîn ku Iraq di serî de bi Tirkiyeyê re û bi hemû welatên li herêmê re hewil dide têkiliyên xwe zexm bike.

    herwiha li gorî ragihandina wezîrê iraqî, dîplmatê tirk Yildiz destnîşan kir ku li sînorê Tirkiye-Iraqê û Iraq û Tirkiyeyê hêzên çekdar bicih bûne û Tirkiyeyê bi hevkariya Iraqê ji paqijkirina sînoran operasyoneke leşkerî dayê destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Encamên ketina Amerîkayê ya Iraqê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn û kurdan kir
    Amerîka: Îran midaxeleyê hilbijartinên li Iraqê dike
    ‘Mudaxeleya li Iraqê bû sedema kaoseke mezin'
    Helîkoptera ku leşkerên amerîkî tê de bûn li rojavayê Iraqê ket
    Serşêwirmendê serokomarê tirk: Bi kurdên Iraqê re dema normalîzebûnê hatiye
    Etîketan:
    Têkiliyên Tirkiye û Iraqê, Wezîrê Dadê yê Iraqê, Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê, Fatih Yildiz, Heyder El Zamlî, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de