13:49 25 Nîsan 2018
    Şervanên YPGê û Alaya Amerîkayê

    Pisporê rûsî: Kurdan Efrîn li ser daxwaza Amerîkayê ji Tirkiyê re hişt

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12

    Serokê Navenda Krîzên Rojhilata Navîn ê Entîtuya Kanada ya Akademiya Zanistên Rûsyayê Aleksandr Şumilîn ketina hêzên tirk bo nava Efrînê, helwesta Amerîkayê û kurdan şîrove kir.

    Li gor Şumilîn, bi îhtimaleke mezin Kurdan li ser daxwaza Amerîkayê navenda Efrînê ji artêşa Tirkiyeyê re hiştiye û got ku, Amerîkayê ev daxwaz ji bo parastina hêza şervaniya kurdan kiriye û kurdan jî ev daxwaz bicih aniye.

    ‘SEDEMÊN AMERÎKAYÊ HENE KU EV PÊŞNIYAR LI KURDAN KIRIYE'

    Şumilîn herwiha diyar kir ku ev agahî ne piştrastkirî ye, lê bi mentiqî ye û wiha domand: "Ji ber nebûna zanyariyên piştrastkirî ev tesbîteke bi pirsgirêk e. Lê di vê navberê de, dema berjewendiyên Amerîkayê yên li Sûriyê bê fikirîn, bi mentiqî ye ku Amerîkayê pêşniyar li Kurdan kiriye ji çeperên xwe yên Efrînê vekişin. Lewra sedemên Amerîkayê yên ji bo vê hene."

    ‘AMERÎKAYÊ JI BO KU NAVDARIYA ŞIRÎKÊN KURD BIPARÊZE EV DAXWAZ KIRIYE'

    Şumilîn bal kişand ser şirîkatiya leşkerî ya Kurdan û Amerîkayê li Sûriyeyê û got, sedema sereke ya ku Amerîkayê ji kurdan xwestiye ji Efrînê vekişin parastina hêz û navdariya wan e.

    ‘AMERÎKA NAXWAZE BI XAYÎNTIYA KURDAN WERE SÛCDARKIRIN'

    Pisporê rûsî di berdewamê de destnîşan kir ku Amerîka naxwaze ji aliyê kurdan bi xayîntiyê were sûcdarkirin û got, "Heke na Amerîka di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê de çima baweriya xwe bi kurdan werîne. Nabe ku li rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya kurdan bikin û li bakur jî rê li ber têkçûna kurdan vekin. Ev ne mentiqî ye."

    ‘JI BO AMERÎKAYÊ YA GIRÎNG ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊN BI TIRKIYEYÊ RE YE'

    Şumilîn diyar kir ku gaveke wiha ya Amerîkayê derfeta ku operasyonên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê bi nermî bide rawestandin dide, lê Tirkiye dîsa jî operasyonên xwe bi xurtî didomîne:

    "Ji bo amerîkiyan jî ya girîng çareserkirina pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re ye. Ger ne wisa be sûcdariyên ku li rejîma Esad dikin, dê neçar bimînin heman sûcdariyan li Tirkiyeyê jî bikin."

    Bi heman mijarî:

    Di êrîşa milîtanên Xûtaya Rojhilat a li ser Şamê de 35 kes mirin
    Ofîsa Koordînasyona Alîkariyên Mirovî ya NYyê: Tê gotin ku li Efrînê fişar û talan heye
    Zarokekî berşîr bi çarpîkan kolaneke tijî tirimbêl derbas dike
    Encamên ketina Amerîkayê ya Iraqê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn û kurdan kir
    Kremlîn: Pûtîn û Trump bi rêya telefonê axivîn
    Serokê Komîsyona YEyê Junckerî pîrozbahî li Pûtînî kir
    Wê termînator di arteşa Rûsyayê de kar bikin
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de