13:53 25 Nîsan 2018
    Erebistana Siûdî

    Êdî lixwekirina çarşefê ne mecburî ye

    © AFP 2018 / FAYEZ NURELDINE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Prens welîahd Muhammed bin Selman di axaftina xwe de ragihand ku eger jin bi hurmet û rêzgirtin tevbigerin hewce nake ku çarşefê lixwe kin.

    Reforma ku Muhammed bin Selman îlan kir ji aliyê ajansên nûçeyan ve wek deqîqeya dawî hat dayîn. Êdî li Erebistana Siûdî eger jin li gor hurmet û nirxên civatê tev bigerin hewceyî lixwekirina çarşefê namînê.

    Bin Selman di hevpeyvîna xwe ya kanala CBSê de got: "Qanûnên şerîetê gelekî eşkere ne, divê jin jî wek mêran bi hurmet tevbigerin. Ev jî nayê vê wateyê ku divê çarşefa reş be."

    Selman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Beriya sala 1979an heyata me li Erebistana Siûdî xwezayî didomiya. Di dîn de çarşefa reş ne şert e û ev meseleya bijarteyê ye."

    Bi heman mijarî:

    ‘Ebistana Siûdî hinek peymanên bi Almanyayê re hatibûn kirin asteng kir’
    Îranê bersiveke tund da Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî: Yekî naşî û bêhiş e
    ‘Prensê Siûdî dayîka xwe êsîr girtiye'
    Erebistana Siûdî: Eger Îran bombeya nukleerî çêbike, em ê jî çêbikin
    Prensê Siûdî li balafirxaneyê întîxar kir
    Etîketan:
    Erebistana Siûdî, Muhammed bin Selman, Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de