20:28 23 Nîsan 2018
    DAIŞ

    ‘Helîkopterên Koalîsyonê ji Sûriyeyê fermandarên DAIŞê tehliye kirin'

    © REUTERS / Ali Hashisho
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hate ragihandin ku helîkopterên Koalîsyona Navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike ji bajarê Hate ragihandin ku helîkopterên Koalîsyona Navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike ji bajarê Qamişloyê ku dikeve bakurê Sûriyeyê fermandarên DAIŞê tehliye kirin.'rojhilatê bakurê Sûriyeyê Qamişloyê fermandarên DAIŞê tehliye kirin.'

    Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê ku ew jî xwe dispêrê çavkaniyên xwe 3 helîkopteran li nêzî sînorê Tirkiyeyê danîn û 4 milîtanên bi eslê xwe iraqî ragirtin û ber bi devereke ne diyar ve birin.

    'EV BÛYER NE CARA EWIL E DIQEWIME'

    Di meha bihûrî de ji medya Sûriyeyê ragihandibû ku hevpeymaniyê alîkarî dabû ku milîtanan ku ji herêmên ku artêşa Sûriyeyê bi pêş de diçe derkevin. Ajansê amajê pê kiribû ku bi taybetî ji herêma li bakurê Dêre Zorê piştgirên terorê hatibûne tehliyekirin.

    Meha bihûrî şêniyên Meyadînê ji Spûtnîkê re axivîbûn û anîbûne ziman ku beriya operasyona li ser bajêr helîkopterên amerîkî fermandarên biyanî yên DAIŞê tehliye kiribûn.

    ‘HEVKARIYA ZEXM'

    Baskê jor yê parlementoya Rûsyayê Konseya Federasyona ser operasyonên wiha ‘hevkariya zexm' bi nav kiribû.

    Cîgirê Serokê Konseya Parastin û Ewlehî yê Federasyona Rûsyayê Frants Klîntsevîç ragihand ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) bi mebesta ku li dijî artêşa Sûriyeyê şer bikin bergiriyê dike ku ‘ji bo milîtanan bi tevahî ji nav neçin.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê êrîşî Kerkûkê kir: 5 sivîl hatin kuştin
    2 hezar milîtanên DAIŞê li sînorê Kerkûkê perwerdeya leşkerî dibînin
    Li Tirkiyê 2 iraqî bi tohmeta DAIŞê hatin girtin, 2 jî hatin dersînorkirin
    Li Moskowê operasyona DAIŞê: 60 kes hatin binçavkirin
    CENTCOM: YPG ji şerê dijî DAIŞê vekişiya
    Etîketan:
    têkoşîna li dijî DAIŞê, SANA, DAIŞ, Qamişlo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de