18:41 19 Nîsan 2018
    Wezîrê Îmaratê Abdullah bin Zayed el Nahyan

    Îmarat: Îran, Îsraîl û Tirkiye ji bo ereban tehdît e

    © REUTERS / Muhammad Hamed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Karê Derve yê Îmaretê Zayed el Nahya di ziyareta xwe ya Misrê de got ku “em bi meydanxwendinên Îran,Îsraîl û Tirkiyê re rûbirû ne.”

    Zayed el Nahya di ziyareta xwe ya Misrê de li ser geşedanên rojhilata navîn axivî. Nahya di axaftina xwe de destnîşan kir ku "ereb di bin tehdîtên Îran,Îsraîl û Tirkiyê de ne. Polîtikayên van welatan ji bo miletê ereb tehdît e. Li hember derketina van welatan wezîfeya Misrê û ya Erebistana Siudî ye."

    Di 10ê Adarê de ji wezareta karên derve yên Îmaratê Enver Muhammed Gargaş jî di derbarê Trikiyê de gotibû ku "Tirkiye rêzê li serweriya dewletên Ereba nagire û bi rêxistinên li hember rêvebiriyên ereban re hevkariyê dike."

    Wezîrê Karên derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu jî beriyê de îdia kiribû ku Îmarat piştkiriya aboriyê daye hewldana darbeya leşkerî ya li Tirkiyê.

    Bi heman mijarî:

    Îmarat: Divê Tirkiye rêzê li serweriya dewletên ereban bigire
    Serokê husî Siûdî û Îmarat tehdîd kir: Bila welatî ji navendên leşkerî dûr bibin
    Îmarat: Îran dimîne, lê rejim dê biguhere
    Rojnameya îngîlîzî: Îmarat, Siûdî û Îsraîlê li ser piştgiriya Kurdistanê li hev kiriye
    Etîketan:
    Îran, tirkiye, Îmarate Yekgîrtiya Erebî, misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de