06:10 20 Nîsan 2018
    Suudi Arabistan Veliaht Prensi Muhammed bin Selman

    Welîahdê Siûdî: Ez li Qudsê berjewendiyên herkesi diparêzim

    © REUTERS / Bandar Algaloud
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Prensê welîahd ê Erebîstana Siûd di hevpeyvîna da CBSê de daxuyand ku Erebistana Siûdî di nav dewletên Rojhilata Navîn de muttefîkê herî kevn yê DYAyê ye. Derbarê biryara Trump ya Qudsê de jî got: "Ez ji bo berjewendiyên herkesi dixebitim."

    Prensê welîahd yê Erebistana Siûdî Muhammed Bin Selman ji CBSê re axivî û hin daxuyaniyên girîng da. Selman Erebistana Siûdî di nav dewletên Rojhilata Navîn de wek muttefîkê herî kevn yê DYAyê bi nav kir û da zanîn ku têkiliyên Erebistana Siûdî-Amerîka digihêje beriya niha 80 salan.

    Selman derbarê biryara Donald Trump ku Quds wek paytextê ÎsraÎlê pejirand de jî got ku em ji bo aştiyê û berjewendiyên herkesi dixebitin, em dûrî gengeşiyan disekinin.

    Prensê welîahd ê Erebîstana Siûdî ku tê payin di demek nêz de wê li şuna bavê xwe rûnê bilêvkir ku ez her dem bi fikra erênî tevdigerim, ji ber ku di xwezaya min de heye. Prensê welîahd derheqê zavayê Donald Trump, Jared de jî axivî û got ku Qesra sipî ew pêywirdar kir, em wek Siûdî divê bi herkesî re bi nûnerên saziyan re di nav têkiliyên baş de bin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Ebistana Siûdî hinek peymanên bi Almanyayê re hatibûn kirin asteng kir’
    Îranê bersiveke tund da Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî: Yekî naşî û bêhiş e
    ‘Prensê Siûdî dayîka xwe êsîr girtiye'
    Erebistana Siûdî: Eger Îran bombeya nukleerî çêbike, em ê jî çêbikin
    Etîketan:
    Welîahd, DYA, Siûdî, text, CBS, Prensê welîahd ê Erebîstana Siûdî Muhammed bin Selman, Erebîstana Siûd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de