20:29 23 Nîsan 2018
    Efrîn

    AFP: Balafirên tirk nexweşxaneya Efrînê bombebaran kir: 16 sivîlan can da

    © AFP 2018 / Ahmad Shafie Bilal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 06

    Hat ragihandin ku balafirên artêşa Tirkiyeyê nexweşxaneya herî mezin a Efrînê, Nexweşxaneya Avrîn bombebaran kiriye û li gor agahiyên destpêkê di encamê de bi kêmî 9 kes hatine kuştin. Rêveberê SOHRê piştre ji AFPê re ragihand ku hejmara kesên can dane 16 e û 2 jinên ducanî jî hatine kuştin.

    Li gor nûçeya Ajans France Press (AFP) ku wek lezgîn weşandiye, Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê ku ji destpêka operasyona artêşa Tirkiye û komên girêdayî wê ve, birîndaran derman dike bi balafirên şer îşev hat bombebaran kirin.

    Di nûçeyê de hat ragihandin ku 9 kesan di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest daye. Li aliyê din jêderên cuda radigihînin ku di encama bombardimanê de 15 sivîlan can daye û 38 kes jî birîndar bûne.

    '16 SIVÎLAN HATIN KUŞTIN'

    Berpirsê SOHRê Ramî Abdel Rahman piştî demekê ji AFPê re ragihand ku di encama bombebarana nexweşxaneyê de, "2 jinên ducanî jî di nav de, 16 sivîlan can daye."

    ​Herwiha medya erebî Al Sharq el Ewset jî heman nûçe belav kir û li gor Çavderiya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Nexweşxaneya Avrîn hatiye bombebarankirin û 9 kesan jî can daye.

    ALDAR XELÎL: 15 CENAZE HATINE TESBÎTKIRIN

    Hevserokê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aladar Xelîl jî li ser êrîşa nexweşxaneyê da xuyakirin, 3 moşek li Nexweşxaneya Avrîn ketine û heta niha 5 cenaze hatine tesbîtkirin ku gelek jî berbelav bûne.

    'DI ROJEKÊ DE 47 SIVÎL HATIN KUŞTIN, BI DEHAN KES JÎ BIRÎNDAR BÛN'

    Çavderiya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî li ser hesabê xwe bi awayekî lezgîn êrîşa ser nexweşxaneyê piştrast kir û got, bi kêmî 10 kesan can daye.

    Televizyona Ronahî ya ku ji Qamişlo weşanê dike jî li ser êrîşa hewayî ya ser Efrînê ya roja 16ê Adarê û ya Nexweşxaneya Avrînê ragihand ku di rojekê de 47 sivîl hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    UNICEFê banga rawestandina êrîşan kir: Li Efrînê zarok dimirin
    Elî Ewnî: Bi êrîşên li ser Efrînê dixwazin kurdan kole, Kurdistanê kolonî bihêlin
    Li Tirkiyê 2 iraqî bi tohmeta DAIŞê hatin girtin, 2 jî hatin dersînorkirin
    NY: Nêzîkî 48 hezar kes ji Efrînê derketin
    Amerîka: Îran midaxeleyê hilbijartinên li Iraqê dike
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de