03:09 23 Nîsan 2018
    Fonda Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF)

    UNICEFê banga rawestandina êrîşan kir: Li Efrînê zarok dimirin

    © AP Photo / Hermann J. Knippertz
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Fonda Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) banga rawestandina êrîşên ser Efrînê kir û ragihand ku di encama êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê de, gelek zarokan jiyana xwe ji dest daye.

    UNICEFê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa Xûtya Rojhilat û Efrînê û got, krîza mirovî her diçe xedartir dibe.

    'GELEK ZAROK LI EFRÎNÊ HATIN KUŞTIN'

    UNICEF li ser operasyona artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê ya bi ser Efrînê de jî bal kişand ser ku gelek zarok di encama êrîşan de hatine kuştin û birîndarkirin.

    'XETERIYA NEXWEŞIYÊN BERBELAV HEYE'

    UNICEFê da xuyakirin ku ev deh roj in ava vexwarinê ya ser Efrînê hatiye qutkirin û diyar kir, "Hewcedariya zarok û malbatên Efrînê bi awayekî cidî bi avê heye. Ji ber nebûna avê 250 hezar mirov di bin xetiriya nexweşînên berbelav de ne."

    Efrîn
    © AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
    'GIHANDINA ALÎKARIYAN BI TEMAMÎ RAWESTIYAYE'

    UNICEF bi bîr dixe ku ji ber êrîşan alîkariyên wan tên astengkirin û bi gihîştina navenda bajêr a artêşa Tirkiyeyê re gihandina alîkariyan bi temamî rawestiyaye.

    BANGA LEZGÎN HAT KIRIN

    Di daxuyaniya ku zanyariyan dispêre jêderên herêmî de tê gotin, bêhtirî 50 hezar mirov di nav erebeyan, malên nasan, dibistanan û dikanan de vehewiyane û banga lezgîn a alîkariyên mirovî tê kirin.

    UNICEFê dubare bangewazî kir ku ji bo bi awayekî ewle alîkariyan bigihînin Efrînê û herêmên din, êrîş werin rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyê 2 iraqî bi tohmeta DAIŞê hatin girtin, 2 jî hatin dersînorkirin
    Rêdûr Xelîl: Efrîn bi destê Erdogan bûye Helebceya sala 2018an
    NY: Nêzîkî 48 hezar kes ji Efrînê derketin
    Amerîka: Îran midaxeleyê hilbijartinên li Iraqê dike
    Rûsya: Li Xûtaya Rojhilat ne niha ne jî berî ti cureyeke çekên kîmyewî nehatiye bikaranîn
    Rûsya: Balafirên me li Xûtaya Rojhilat nefiriyan
    Artêşa Sûriyeyê: Me 70 ji sedê axa Xûtaya Rojhilat rizgar kir
    Îran û Tirkiye li ser hevkariya leşkerî li hev civiyan
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de