17:21 20 Nîsan 2018
    Efrîn

    NY: Nêzîkî 48 hezar kes ji Efrînê derketin

    © AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevka Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan li Neteweyên Yekbûyî Ravîna Şamdasanî ragihand ku ew ji rewşa mirovî ya Efrînê bi fikar in.

    Şamdasanî di civîna îro ya rojnamevanî de got ku gelek sivîl ji ber êrîşên hewayî û bejahî hatine kuştin û îdia kir ku YPG jî nahêle sivîl ji nav bajarê Efrînê derkevin.

    Berdevka NYyê di berdewamê de jî da xuyakirin, kesên ku xwe digihîn deverên bin kontrola Sûriyeyê jî bi pereyan tên derbaskirin.

    Şamdasanî bal kişand ser ku rewşa mirovî her diçe li Efrînê xerabtir dibe û girîngiya parastina sivîlan li herêmên şer anî ziman.

    Herwiha Şamdansanî diyar kir ku li gor zanyariyên wan ji niştecihên herêmê wergirtine, aliyên şer dikin fuzeyên xwe li deverên sivîl lê dijîn bicih dikin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Îran midaxeleyê hilbijartinên li Iraqê dike
    Rûsya: Li Xûtaya Rojhilat ne niha ne jî berî ti cureyeke çekên kîmyewî nehatiye bikaranîn
    Rûsya: Balafirên me li Xûtaya Rojhilat nefiriyan
    Artêşa Sûriyeyê: Me 70 ji sedê axa Xûtaya Rojhilat rizgar kir
    Îran û Tirkiye li ser hevkariya leşkerî li hev civiyan
    Li Yunanistanê ji bo piştgiriya Efrînê Balyozxaneya Almanyayê hat dagirkirin
    Etîketan:
    Efrîn, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de