06:20 21 Gulan 2018
    Behram Qasimî

    Îranê bersiveke tund da Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî: Yekî naşî û bêhiş e

    © REUTERS / ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Selman duhî di hevpeyvîna CBSê de ragihandibû eger Îran çekên nukleerî bi pêş bixe Erebistan jî dê heman rêyê biceribîne. Îranê bersiveke tund da Prensê Welîehdê Erebistanê, "Di warê polîtîkayê de tu fikrekî wî tune ye, yekî naşî û bêhiş e"

    Berdevkê Wezaretê Derve yê Îranê Behram Qasimî derbarê mijarê wiha axivî:

    ‘DI WARÊ POLÎTÎKAYÊ DE TU FIKREKÎ WÎ TUNE NE'

    "Hewce nake em bersivê bidinê çimkî ji bilî hêrsbûn û gotinên derew tiştekî nabêje, kesekî naşî û bêhiş e. Ji ber ku di warê polîtîkayê de fikrekî wî tune ye gotinên wiha yî tund bilêv dike."

    Selman demek berê di hevpeyvîna xwe de gotibû "Erebistana Siûdî naxwaze çekên nukleerî bi pêş bixe lê bêguman dema Îran bombeyan bi pêş bixe em jî demildest bi heman awayî bersivê bidin"

    Prensê Welîehd di hevpeyvîna xwe ya ku dê tevahiya wê dê roja yekşemê were belabkirin Serokê Olî yê Îranê Elî Xamaney şibandibû Serokê Naziyan Adolf Hîtlerî jî ev nirxandin kiribû, "Xamaney weku Hîtlerê ku demekê dixwest sînorê xwe berfireh bike li Rojhilata Navîn projeya xwe bisepîne."

    Bi heman mijarî:

    Erebistana Siûdî: Eger Îran bombeya nukleerî çêbike, em ê jî çêbikin
    Rojnameya Îsraîlê: Têkiliyên Tirkiye û Erebistana Siûdî bi dawî dibin
    ‘Îsraîl û Erebistana Siûdî hevdîtinên nepên pêk anîn'
    Vê carê jî Air India eşkere kir: Erebistana Siûdî bo Îsraîlê destûr da
    Etîketan:
    Bersiv, çekên nukleer, Daxuyanî, Erebistana Siûdî, Behrem Qasimî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de