10:22 23 Nîsan 2018
    Helîkoptera HH-60 ya neqla leşkerî ya Amerîkayê

    Helîkoptera ku leşkerên amerîkî tê de bûn li rojavayê Iraqê ket

    © AFP 2018 / PIERRE ANDRIEU
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin, helîkoptera ku leşkerên koalîsyona dijî DAIŞê tê de bûn, li rojavayê Iraqê ketiye.

    Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ragihand ku helîkoptera hevpeymaniyê ya ku leşker tê de bûn li rojavayê Iraqê ketiye.

    Hat zanîn ku helîkoptera li nêzîkî sînorê Sûriyeyê ketiye, cureya HH-60 Pave Hawk a neqlîleya leşkerî ye.

    Hat ragihandin ku 7 leşkerên amerîkî yên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane.

    Li gor zanyariyan helîkopter dema ku ket ne li peywireke şerî bû.

    Rayedarê hevpeymaniyê bêyî ku ji xeynî hebûna 7 leşkerên amerîkî agahiyên zêdetir bide, da zanîn ku dê li saetên pêş agahiyên berfirehtir werin belavkirin.

    Etîketan:
    sûriyeyê, ıRAQ, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de