10:39 23 Nîsan 2018
    Sivîlên Efrînê yên neçarî koçberiyê dibin

    ’Di 24 saetan de 30 hezar Efrînî koçber bûn, gelek jî vegeriyan gundên xwe’

    © AFP 2018 / GEORGE OURFALIAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 01

    Ajansa Nûçeyan AFPê ragihand ku di nav 24 saetên dawiyê de bi kêmî 30 hezar niştecihên Efrînê ji ber bombardimana artêşa tirk neçar bûne koçberî deverên ewle bibin.

    Li gor AFPê sivîlên ku ji Efrînê derketina derbasî herêmên bakurê Helebê û bajarê Membicê bûne.

    KOÇBER DERBASÎ HERÊMÊN KONTROLA HIKÛMETA SÛRIYEYÊ DIBIN

    Herwiha li gor jêderên medya kurdî sivîlên ku ji ber bombardimana artêşa tirk û komên girêdayî wê direvin, derbasî herêmên jêr kontrola hikûmeta Sûriyeyê yên Heleb, Nûbil, Zehra û Izedeyê dibin.

    GELEK GUNDÎ VEDIGERIN GUNDÊN XWE

    Peyamnêrê K24ê jî ji Efrînê ragihandiye ku hejmarek xelkê gundên dorûbera Efrînê jî niha vedigerin gundên xwe yên ji aliyê artêşa tirk û komên girêdayî wê ve hatine kontrolkirin û hejmarek gundî jî vegeriyane gundên xwe.

    TAXÊN NAVENDA EFRÎNÊ TÊN BOMBEKIRIN

    Operasyona Tirkiyeyê ya dijî Efrînê ji 20ê Çileya 2018an ve ligel biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî jî berdewam dike û di van çend rojên dawî de taxên navenda Efrînê bi balafir û topan ketiye ber bombardimanê ku nûçeyên kuştina gelek sivîlan tên belavkirin.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Putin ji helwesta Brîtanyayê bi fikar e
    Ji Amerîkayê daxuyaniya vekirina balafirgehên Kurdistanê
    Bahman Qobadî: Divê em ji bo Efrînê bibin yekdeng
    Rûsya: Nêzikî 11 hezar kes ji Xûtaya Rojhilat veqetiyan
    Almanya bi 4 milyon û 400 hezar euroyê alavên leşkerî firotin Tirkiyê
    Trump: Tê dîtin ku li pişt jehrîkirina Skripal Rûsya heye
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de