14:55 19 Nîsan 2018
    Tesîsên atomî  (nukleerî) yên Îranê

    Erebistana Siûdî: Eger Îran bombeya nukleerî çêbike, em ê jî çêbikin

    © AFP 2018 / BEHROUZ MEHRI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Velîehtê Erebistana Siûdî Muhammed bîn Selman ji televîzyona CBSê re axivî û diyar kir ku, "Em naxwazin bombeya nukleerî ya me hebe, lê eger Îran bombeya nukleerî bipêş bixe bêguman em jî heman tiştî dê çêbikin."

    Velîehtê Erebistana Siûdî Muhammed bîn Selman ji Norah O'Donell yê ji televîzyona CBSê ku li Amerîkayê weşanê dike re axivî. Prensê siûdî di axaftina xwe de Îranê kir hedef û got: "Erebistana Siûdî naxwaze ku bombeya nukleerî ya wê çêbibe, lê eger Îran bombeya nukleerî bipêş bixe bêguman em ê jî heman tiştî çêbikin. "

    Prensê siûdî di hevpeyvîna xwe de serokê rûhanî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaney şiband serokê Naziyan Adolf Hitler û wiha pê de çû: "Xamaney jî wek Hitler ku polîtîkaên dagirkeriyê dimeşand, dimeşîne û projeya xwe dixwaze li Rojhilata Navîn ava bike."

    Bi heman mijarî:

    ‘Îsraîl û Erebistana Siûdî hevdîtinên nepên pêk anîn'
    Vê carê jî Air India eşkere kir: Erebistana Siûdî bo Îsraîlê destûr da
    Netenyahû îsrar dike: Erebistana Siûdî qada xwe vekiriye
    Wlîehdê Erebistana Siûdî Îran, Tirkiye û Qeterê wek "sêgoşeya şerê" bi nav dike
    Erebistana Siûdî û Misirê ji bo Sînayê peymana 10 mîlyar dolarî îmze kirin
    Etîketan:
    bombe, nukleerî, Televîzyona CBSê, Muhammed bîn Selman
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de