02:30 24 Hezîran 2018
Efrîn

Rêdûr Xelîl: Hêviya Erdoganî ya ku êvarî Efrînê kontrol bike, xewneroj e

© AFP 2018 / Ahmad Shafie Bilal
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 21

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got ku "hêvî dikim heta êvarî Efrîn bikeve". Li ser vê daxuyaniya, kurdên Sûriyeyê ragihand ku "ev hêviyên Tirkiyeyê xewnên rojan in".

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro got, "em hinekî din nêzîkî Efrînê bûn. Em hêvî dikin ku heta êvarî Efrîn bikeve."

Li gorî Li gorî malpera Kuwait News ku dispêre, Berpirsê peywendiyên derve yê HSDê Rêdûr Xelîl li ser van gotinên Erdoganî axift û got: "Wisa diyar e ku Erdogan bi gotina ku Efrîn dê êvarî bikeve, xewnerojan dibîne."

Xelîl di berdewamiya axiftina xwe de wiha got: "Bi sed hezaran sivîl li bajarî hene. Pasevanên dîwarên wê hene û dê nehêlin artêşa Tirkiyeyê û komên wê yên terorîst bi hêsanî nêzîk bibin. "

Rayedarê HSDê Tirkiye hişyar kir û got: "Encamên wê dê kambax bin û dê bedelên giran bidin."

Bi heman mijarî:

Erdogan: Esad kujerê milyonek hemwelatiyê xwe ye
Erdogan: Yên ku ji bo hevalbendên xwe hatine herêmê îro bi bihaneyê terorê li herêmê ne
Peskov: Ji bo civîna Pûtîn-Erdogan-Rûhanî amadekarî têne kirin
HDPê ji bo Erdogan got: Siyaseta mirinê dimeşîne
Tirkiye: Macron di hevdîtina Erdogan de behsa Efrînê nekiriye
Hatip Dicle: Ez Erdogan pîroz dikim ku her tiştî dibêje
Etîketan:
HSD, Rêdûr Xelîl, recep Tayyip Erdogan, Efrîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de