14:32 22 Gulan 2018
    Alaya Erebîstana Siûdî

    Rojnameya Îsraîlê: Têkiliyên Tirkiye û Erebistana Siûdî bi dawî dibin

    © AFP 2018 / Taha Saleh
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Rojnameya El Yewm ya Îsraîlê îro di analîzeke xwe de diyar kir ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Erebistana Siûdî de her ku diçe xerabtir dibe û hat gotin ev yek jî bandoreke erênî li ser têkiliyên Erebistana Siûdî û Îsraîlê dike.

    Di rojnameya El Yewm ya Îsraîlê de nivîseke bi sernavê "Balaya Tirkiye-Siûdî Bidawî Bû" hat weşandin û di wê nivîsê de hat parastin ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Erebistana Siûdî de her ku diçe aloztir dibin û dê ev rewş li ser xurtbûna têkiliyên Riyad û Tel Avîvê bandoreke erênî bike.

    Rojnameyê bal kişand ser serdana Şahê Erebistana Siûdî Muhammed Bîn Selman ya ji bo Misirê û got, Selman di wê serdana xwe de Tirkiye bi Îranê re wekî ‘hevkarekî şeytanî' bi nav kir û redkirina van gotinan ji aliyê Tirkiyeyê ve rastiyê nişan nade.

    Rojnameya îsraîlî herwisa derbirî ku Erebistana Siûdî ji ber rexneyên tund yên Tirkiyeyê yên li dijî rêveberiya Ebdulfettah El Sîsî û piştgiriya wê ya ji bo Îxwanî Muslimîn ne razî ye û herwisa destnîşan kir ku Tirkiye û Qatar di bin bandora îdeolojiya Îxwani Muslimîn de ne lê Erebistana Siûdî jî vê îdeolojiyê gelekî aciz e.

    Rojnameya El Yewmê ji aliyê din ve di nivîsa xwe de behsa têkiliyên Tirkiye yên ligel welatên ewropayî û Amerîkayê jî kir û got, sedema bingehîn ya aloziya di navbera Tirkiye û welatên rojavayî û Amerîkayê de, nêzîkbûna wê ya li gel Îran û Rûsyayê ye û herwisa di şerê navbera Îran û Siûdî de li cem Siûdî cih nagire û bêalî dimîne.

    Bi heman mijarî:

    Pevçûna jinên siûdî
    ‘Îsraîl û Erebistana Siûdî hevdîtinên nepên pêk anîn'
    Vê carê jî Air India eşkere kir: Erebistana Siûdî bo Îsraîlê destûr da
    Yekem balafir ji balafirgeha Silêmaniyê ber bi Siûdî ve firiya
    Wlîehdê Erebistana Siûdî Îran, Tirkiye û Qeterê wek "sêgoşeya şerê" bi nav dike
    Netenyahû îsrar dike: Erebistana Siûdî qada xwe vekiriye
    Etîketan:
    bidawîbûn, têkilî, Rojnameya El Yewmê ya Îsraîlê, Şahê Erebistana Siûdî, Muhammed Bin Selman, Tirkiye, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de