14:31 20 Gulan 2018
    Îsraîl

    Rêxistina çekdar Îsraîl tehdîd kir: Dev ji sûîqesta fermandaran berde

    © REUTERS / Ammar Awad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Tuxaya Qudsê ku baskê leşkerî yê Hereketa Cîhad a Îslamî ye Îsraîl hişyar kir û got: "Dev ji sûîqesta fermandarên me berde."

    Berdevkê Rêxistina Tuxaya Qudsê ku baskê leşkerî yê Hereketa Cîhad a Îslamî ye Ebû Hemze li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê Îsraîl hişyar kir û got: "Dev ji sûîqesta fermandarên me berde."

    Ebû Hemze di peyama xwe ya salvegera şerê 6emîn ê Beşaire-, Întîsarê de got: "Eger Îsraîl li hemberî fermandarên hereketê gaveke neyînî bavîne, em ê dest bi tekoşîneke dijwar bikin."

    Berdevkê rêxistinê di berdewamiya peyama xwe de got: "Xwîna hemû filistîniyan wek hev e û Îsraîl hêza xwe winda dike. Îsraîl dizane lîstoka bi can û malê filistîniyan dê ji bo wan talûke be. Ji bo rizgarkirina axa Filistînê em ê fedekariyên zêdetir bikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ebbas aciz bû: Hemas dixwaze bi me re an bi Îranê re li hev bike
    Hemas: Îsraîl bicihbûna derqanûnî, li dijî lîderên ereb radibe
    Îsraîl li Hemas da
    Etîketan:
    Artêşa Îsraîlê, Tuxaya Qudsê, Ebû Hemze, Filistîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de