17:38 20 Nîsan 2018
    Enwer Qerqaş

    Îmarat: Divê Tirkiye rêzê li serweriya dewletên ereban bigire

    © REUTERS / NEIL HALL
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Karûbarên Derve ya Dewleta Îmaratê Enwer Qerqaşî bangî Tirkiyeyê kir ku giringiyê bide serweriya erebî û bi mentiq û aqilane li gel cîranan tevbigere.

    Qerqaşî îro li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: "Ji çavdêran re diyar e ku têkiliyên dewletên erebî û Tirkiyeyê ne di asta xwe ya herî baş de ye. Ji bo ku hevsengî vegere, divê Enqere rêzê li serweriya ereban re bigire û bi mentiq û aqilane li gel cîranan bide û bistîne."

    ​Wezîrê îmaratî wiha dewam kir: Destwerdana li dewletên erebî yên sereke û piştirtina tevgerên îdeolojîkirî da ku rejîman bi tundûtûjiyê biguherînin, ne rêyeke aqilane ye li himberî cîranan. Ji Enqereyê tê xwestin ku rêzê li serweriya dewletên erebî bigire û giringiyê bidê."

    Di berdewamiyê de Qerqaşî got: Cîhana erebî dê ji aliyê cîranên xwe ve neyê birêvebirin û mercên niha dê her wiha nemÎnin. Divê dewletên cîran di danûstendina xwe li gel ereban de cudahiya navbera rastî û efsaneyan de bizanin."

    Etîketan:
    Enwer Qerqaş, Enqere, Îmarat, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de