17:41 22 Nîsan 2018
    Efrîn

    Ji bo Efrînê banga liv û tevgera lezgîn ji OHCHRyê hat kirin

    © AFP 2018 / Delil Souleiman
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Malpera Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûrî (Mersed) bang li Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) kir û got, ‘Divê bi lezgînî ji bo Efrînê bikevin tevgerê.’

    Li gor daxuyaniya Mersedê li herêma Efrînê şerekî giran rû dide, herêm rastî êrîşên dijwar tê û di encamê de gelek sivîl bûne qurbanî.

    ‘BI SEDAN SIVÎL HATIN KUŞTIN'

    Mersedê herwiha bangeke lezgîn li Komîseriya Bilind a mafên mirovan kir û got, ʺDivê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan û rêxistinên navneteweyî bi lezgînî bikevin tevgerê, bi erka xwe ya mirovî rabin û bi hezaran gelê Efrînê yên ku rewşeke zehmet dijîn xelas bikin. Ji ber êrîşên Artêşa Tirk a bi top, fûze û balafiran bi sedan sivîl hatin kuştin.ʺ

     

    Bi heman mijarî:

    Rojbûna kozmonot Gagarînê ku serdema fezayê daye destpêkirin
    Komeke milîtanan ji Xûtaya Rojhilat derket
    Çavuşoglu: Me bi Amerîkayê re li ser rojhilatê Firatê û Minbicê li hev kir
    Mûzîkjenê navdar Yanni besteyeke xwe diyarî kurdan kir
    Rûsya: Helmeta alîkariya mirovî ya Xûtaya Rojhilat bi serkeftî hat encamdan
    Li Japonyayê di salekê de zêdetirî 35 milyon dolar pere li erdê hat dîtin
    Etîketan:
    Efrîn, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de