01:31 24 Gulan 2018
    Rewşa Kurdên medenî li Efrînê

    Efrîn: 230 sivîl hatin kuştin, 668 jî birîndar bûn

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hevseroka Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê Encêla Reşo ragihand ku ji destpêka êrîşa ser Efrînê ve heta niha 230 sivîl hatine kuştin û 668 kes jî birîndar bûne.

    Hevseroka Encûmena Tenduristiyê Reşo da zanîn, ji 20 Çileya 2018an ango ji destpêkirina operasyona artêşa Tirkiyeyê ya bi ser Efrînê de, heta niha 230 sivîl bûne qurbaniyên êrîş û bombardimanan.

    DIBE KU HEJMAR ZÊDETIR BE

    Reşo herwiha got ku 668 sivîl jî birîndar bûne, lê ji ber ku tîmên wan ên hawarçûnê nikarin xwe bigihînin hin deverên topbaran û bombebaran didome dibe ku hejmara kuştî û birîndarên sivîl zêdetir be.

    'DERÛNIYA ZAROK Û JINAN XIRA BÛYE'

    Li gor nûçeya K24ê Encêla Reşo bi bîr xistiye, tevî biryara Konseya Ewlekariyê ya NYyê jî Tirkiyeyê êrîşên bi çekên giran li ser Efrînê berdewam dike û ji ber dengên topbaran, bombebaran û balafiran nexweşiyên derûnî li ser gelek zarok û jinan peyda bûne.

    BANGA DABÎNKIRINA DERMANAN Û PÊDIVIYÊN PIZÎŞKÎ TÊ KIRIN

    Encûmena Tenduristiyê di roja 49an a operasyonê de dubare bang li civaka navdewletî dike ku her çiqas tîmên pizîşkî û nexweşxaneyên Efrînê erka xwe bicih tînin jî pêdiviyên zêde bi derman û alavên pizîşkî heye ku divê bên peydekirin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Noqavên me dikarin Rûsyayê ji nav bibin
    Tirkiye xwe ji bo avadankirina Sûriyeyê ya piştî şer amade dike
    ‘Dema ku tevî malbata xwe me ji Xûtayê baz da milîtanan gule reşandine ser me'
    Li Izmîrê ji ber parvekirinên medyaya civakî 7 kes hatin desteserkirin
    Li Taksîm a Stenbolê şer derket, 3 kes birîndar bûn
    Keçika 12 salî bi qabiliyeta xwe patenê milet heyirand
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de