06:11 20 Nîsan 2018
    Îsraîl û Tirkiye

    Îsraîl: Ji bo sewkiyata xaza siruştî bo Ewropayê bi Tirkiyeyê re hevdîtin dewam dikin

    © REUTERS / Baz Ratner
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Binesazî, Kanayên Avê û Enerjî yê Îsraîlê Yuval Steinitz di axaftina xwe de ragihand ku ji bo sewkiyata xaza siruştî ya Ewropayê bi Tirkiyeyê re hevdîtin dewam dikin.

    Wezîrê Binesazî, Kanayên Avê û Enerjî yê Îsraîlê Yuval Steinitz di axaftina xwe ya Konferansa Enerjî ya 2018an a CERAWê de ragihand ku ji bo sewkiyata xaza siruştî ya Ewropayê hevdîtinên navbera Telavîv û Enqereyê dewam dikin, lê peyman nehatiye îmzekirin.

    Yuval Steinitz di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hevdîtin heta niha bi şêweyê dostanî dewam dikin. Lê wek hûn jî dizanin ji bo diyaloga navbera hikûmet û karsazan carinan pêwistiya mirov bi demê heye."

    Telavîv û Enqereyê tîrmeha sala borî biryar dabûn ku ji bo xeteke boriya xaza siruştî di dawiya sala 2017an de peymanê îmze bikin, lê îmzekirina projeyê hatibû paşxistin.

    Bi heman mijarî:

    Haaretz: Îsraîl li Sûriyeyê piştgiriya 7 grûbên çekdar dike
    Îsraîl: Em dixwazin hîn bibin wê pirsgirêka kurdan çawa çareser bibe?
    Îsraîl bi topan êrişî Xezzayê kir
    Îsraîl texmîn dike ku nîvê sîstemên parastina hewayî yên Sûriyê îmha kiribe
    Qasim Silêmanî Îsraîl tehdîd kir: Divê were tinekirin
    Etîketan:
    Wezîrê Binesazî, Kanayên Avê û Enerjî yê Îsraîlê, Yuval Steinitz, Îsraîl, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de