04:12 20 Nîsan 2018
    El Nûsra - Fetîh El Şam / Sûriye

    'Li Sûriyeyê rêxistina sîwan a cîhadiyan ‘Hurras el Dîn’ hat avakirin'

    © AFP 2018 / KARAM AL-MASRI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Tê ragihandin ku li Sûriyeyê rêxistineke din a cîhadiyan hatiye damezirandin ku xwe wek rêxistina sîwan a cîhadiyan dide naskirin û bi îhtimaleke mezin girêdayî El Qaîdeyê ye.

    Li gor nûçeya BBCyê rêxistina Hurras el Dîn (HD) ango Pasevanên Olê 27ê Sibatê damezirandina xwe ragihandiye û her çiqas niha agahiyên piştrastkirî tune bin jî dibe ku girêdayî El Qaîdeyê ye.

    Çend komên cîhadî yên li Sûriyeyê ku beriya El Nûsra bibe Hayat Tehrîr el Şam (HTŞ) girêdana xwe ya bi El Qaîdeyê re qût kiribûn di nav vê rêxistina sîwanî ya cîhadiyên li Sûriyeyê de cih girtine.

    GIRÊDANA HDYÊ YA BI EL QAÎDEYÊ RE TÊ NIRXANDIN

    Li gor nûçeya BBCyê her çiqas komên cîhadî yên endamên HDyê girêdana wan a El Qaîdeyê nezelal be jî piştî daxuyaniya Serokê El Qaîdeyê Eyman el Zewahîrî ku banga yekbûnê kiribû bi çend rojan ev rêxistin derketiye holê.

    Tê ragihandin ku rêxististinên nêzîkî El Qaîdeyê yên wekî Ceyş el Bediye, El Malahîm û Jeyş el Sahîl 4ê Adarê tevlîbûna xwe ya HDyê ragihandine û ev jî li ser hesabên xwe yên medyayê belav kirine.

    GELEK KOMÊN CÎHADÎ TEVÎ HDYÊ BÛNE

    Herwiha çavkaniyeke alîgirê El Qaîdeyê ji ser Telegramê, ragihandiye ku rêxistinên cîhadî yên Saraya Kabûl, Tûxayên Xûta û Dûmayê, Tûxaya Ebûbekir el Siddik û Ebû Ubeyde el Cerrah jî bîat li HDyê kirine û beşdarî wê rêxistinê bûne.

    Li gor zanyariyên ne piştrastkirî serokê Hurras el Dîn (HD) li gor parvekirineke Telegramê Ebû Hûmam el Şamî ye. Şamî di dema Cephetul Nûsra de, bi navê Farûq el Sûrî fermandarekî El Qaîdeya Sûriyeyê bû.

    HD XWE WEK PARÊZVANA OLÊ Û MISILMANAN PÊNASE DIKE

    Rêxistina navborî xwe wek Parêzvana Olê û misilmanan pênase dike di parvekirinekê de dibêje, "Em dixwazin li dinyayê serweriya Xwedê belav bikin, edaletê dabîn bikin, piştgiriya bindestan bikin, umetê û dîn biparêzin."

    HDyê di daxuyaniya xwe ya yekemîn de, xwestiye bala xwe bidin ser Xûtayê û bangewaziya şer li Xûtayê kiriye.

    JI NIHA VE BI SEDAN MILÎTAN LI XWE VEHEWANDINE

    Di nûçeya BBCyê de herwiha tê diyarkirin ku gelek pispor girêdanên bihêz ên HDyê bi El Qaîdeyê re tînin ziman û dibêjin, HDya ku îhtimale ji ber lawazbûna HTŞyê hatiye avakirin vegera El Qaîdeyê ya Sûriyeyê be û ji niha ve jî bi sedan milîtan li xwe vehewandine.

    Bi heman mijarî:

    ‘Artêşa Sûriyeyê bi pêşdeçûna xwe ya li Xûtaya Rojhilat berdewam kir'
    Ji Pûtîn peyama 8ê Adarê: Jin bi taybetmendiyên xwe yên tîpîk ji zilaman bi avantajtir in
    Almanya: Em ê li ser perwerdekirina hêzên kurdî berdewam bin
    ‘Tirkiye li rojhilata navîn lê dixebite ku daxwaziyên kurdan asteng bike’
    Dayika şervanê YPGê yê îzelendî: Diyar e ku Haukurê min miriye
    'Tirkiye ne tenê ji statûyeke kurdan ji hebûna kurdan aciz e'
    Erdogan û Rûhanî re li ser Sûriyeyê axivîn
    Etîketan:
    Cîhadî, Sûriye, Rojhilata Navîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de