02:35 28 Gulan 2018
Yemen

Milîsan 45 leşker kuştin û 19 jî birîndar kirin

© AP Photo / SANA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku milîsên husî di operasyonên meha sibatê de 45 leşkerên Erebistana Siûdî kuştin û 19 leşker jî birîndar kirin.

Li gor nûçeya ajansa Tesnimê, milîsên husî di operasyonên Cîzan, Necran û Asirê de 45 leşkerên Erebistana Siûdî kuştin û 19 jî birîndar kirin. Reqemên leşkerên kuştî û birîndar ji aliyê çapemeniya Erebistana Siûdî ve hatin eşkerekirin û îhtîmala ku ev reqem zêdetir bin jî heye.

Li gor îdîayan meha sibatê yek ji mehên ku herî zêde leşkerên Siûdî hatin kuştin bû. Milîsên husî gelek caran bi top, hawan û moşekên balîstîk êrişî Erebistana Siûdî kiribû.

Bi heman mijarî:

Serokê husî Siûdî û Îmarat tehdîd kir: Bila welatî ji navendên leşkerî dûr bibin
El Husî: Moşekên me yên balîstîk digihîjin qesra Qral Selman
Şerê husî û hevalbendên Salih gur bû: Bi 10an kuştî
Li Yemenê di navbera husî û artêşê de şer: 38 kuştî
Etîketan:
Milîsên husî, Cîzan, Asir, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de