18:27 20 Gulan 2018
    Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephan Dujarric

    Dujarric: Ti têkiliya NYyê bi rêveberiya Efrînê re nîne

    © Flickr/ UN Geneva
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 03

    Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di civîna rojane de got ku rêveberiya herêmî ya Efrînê rê nade ku sivîl ji deverên şer lê heye derkevin û diyar kir, ti têkiliyeke NYyê bi rêveberiya Efrînê re nîne.

    Li gor daxuyaniya Dujarric a li civîna rojnamevanî ya 5ê Sibatê 5 hezar sivîlan derfet dîtiye û terka Efrînê kiriye.

    Dujarric got, "Bi qasî em têdigihin, rêveberiya herêmî hîn nahêle mirov ji deverên şer derkevin."

    Berdevkê NYyê herwiha diyar kir ku ti têkilî û danûstandineke NYyê bi rêveberiya herêmî ya Efrînê re nîne û xwest, xelkê ku bixwaze bi awayekî azad tevbigere û terka herêmên xwe bike.

    Bi heman mijarî:

    ‘150 hezar Efrînî ji ber êrîşan neçar bûne koçberî navenda bajêr bibin’
    Şirketeke almanî plan dike ku ‘otomobîlên ku dikarin bifirin' çêbike
    Ryabkov: Em hewil didin bi DYAyê bidin famkirin ku nirxandinên wê yên li ser Xûtayê şaş in
    Lîstikvaneke serxweş di dema dana xelatên Oscarê de her kes matmayî kir
    Çavuşoglu: Sibe ez dê bi Gabriel re radestkirina Muslim biaxivim
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de