04:59 21 Nîsan 2018
    Serokomarê Misirê Abdulfettah Sîsî- Prensê velîahd yê Erebistan Siûdî Muhammed bin Selman

    Erebistana Siûdî û Misirê ji bo Sînayê peymana 10 mîlyar dolarî îmze kirin

    © REUTERS / Mısır Cumhurbaşkanlığı
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Prensê velîahd yê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman di serdana Kahîreyê de daxuyand ku Erebistana Siûdî û Misir di çarçoveya NEOMê de bo Nîvgirava Sînayê peymana 10 mîlyar dolarî îmze kirin e.

    Jinên Erebîstana Siûdî
    © AFP 2018 / FAYEZ NURELDINE
    Çavkaniyek ji hikûmeta Siûdî ji AFPê re da zanîn ku Rîyad û Kahîre ji bo li Nîvgrava Sînayê avakirina bajarekî nû peymana 10 mîlyar dolarî îmze kirin e. Li gor daxuyaniya çavkanî, di çarçoveya Projeya NEOMê de li Başûrê Sînayê bo pêşvebirina axa Misirê, Erebistana Siûdî û Misirê li ser peymaneke 10 mîlyar dolarî li hevdû kirine. Her wiha projeya di navbera Misir û Urdinê de di çarçoveya projeya NEOMê ya futurîstîk ku ji bo Erebistana Siûdî girêdayî petrole nemîne û bo cûrekirina aboriyê sala par ji aliyê prensê velîahd Selman ve hatibû eşkerekirin.

    Her wiha prensê velîahd Selman piştî serdana Misirê roja çarşemê wê biçe Îngîlistanê û bi serokwezîra Înbgîlistanê Theresa Mayê re wê hevdîtinekê bike.
    Selman di 19-22ê Adarê de wê biçe DYAyê jî, tê payin ku prensê velîahd hefteya pêş wê biçe Fransayê.

    Bi heman mijarî:

    Siûdî hemû rêzefîlmên tirk qedexe kirin
    Cara yekem li Erebîstan Siûdî maratona jinan tê lidarxistin
    Herîrî piştî kirîza îstîfakirinê cara ewil li Erebistana Siûdî ye
    Li Siûdî sererkan jî tê de gelek kesên payebilind ji kar hatin avêtin
    Etîketan:
    pêşvebirin, bajar, peyman, Prensê velîahd yê Erebistan Siûdî Muhammed bin Selman, Misir, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de