07:33 27 Nîsan 2018
    Şervana YPGê YPG = YPG

    Bozarslan: Kurdan li Efrînê serkeftineke mezin nîşan da

    © AFP 2018 / BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 61

    Hîndekarê Zanîngeha EHESSê Prof. Dr. Hamît Bozarslan ê ku geşedan û şerê li Efrinê jî ji nêzîk ve dişopîne derbarê şerê Efrînê de got her rojek li Efrînê derbas dibe serkeftnik e û wiha got: "Di vê berxwedana dem dirêj de tevgera kurdan li dijî duyemîn artêşa mezin a NATO berxwedanek pir mezin nîşan dide."

    Dîroknasê kurd Bozarslan derbarê şerê Efrînê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) nirxand anî ziman ku di şer demên pêş de zahmettir bibe û wiha berdewam kir: "Di demên pêş de şer dê dijwartir bibe. Lê tecrûbeyên tên bi destxistin, bêtir moralê hêzên dagirker xera dike. Avantajên girseyî û hewildana tekakesî ku li hestê serdest e, nîşan dide ku dê ev şer demdirêj berdewam bike."

    Bozarslan, êrîşên li ser Efrînê di milê navneteweyî de jî analîz kir û wiha got: "Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyeyê mehek agirbest ragihand. Ev bêhêziya NYê nîşan dide. Aşkere ye ku êdî hêza NY ne sembolîk e jî û tu îtîbara wê nemaye. Rejîma Erdogan ji demek pir dirêj de ji dewleta legal-rasyonel wêdetir, li lîteratura navneteweyî de wekî ‘dewleta haydût' tê qebûl kirin. Taybetmendiya van dewletan zerarê dide aştiya cihanê. Dîsa hem gelê xwe û hem jî gelên cîhanê dîl digire. Tirkiye û Îran ên wekî dij-demokratên li herêmê vê "Hêza zerarê bidin" pir xerab pêk tînin. Vê hêza xerab kengî li ku têxin neriyetê ne diyar e."

    ‘EM DIBÎNIN KU GELÊ EFRÎNÊ BI DERFET Û HÊZA XWE YA CEWHERÎ LI BER XWE DIDE'

    Bozarslan, "Em niha dibînin ku gelê Efrînê bi derfet, çavkanî û hêza xwe ya cewherî li ber xwe dide. Ji ber vê yekê faktora demê pir girîng e. Şerê ku ji bo sê rojan hatibû plankirin, niha 45 rojin didome. Ji bilî bakurê Efrînê du cihên din nehatiye dagirkirin. Ev nîşan dide ku gelê kurd demê pir baş dinirxînin."

    ‘YEKÎTIYA KURDAN Û HEWLDANÊN DÎPLOMATÎK ÊN HEVPAR DIKARE RÊ LI PÊŞ SIYASETEK NÛ VEKE'

    Bozarslan balê dikşîne ser avakirinê yekîtiya kurdan û wiha pê de diçe, "Divê kurd di nava xwe de yekîtiyek xurt ava bikin. Dema di nava tevahiya kurdan û hem jî di nava tevgera kurdan de yekitî pir girîng e. Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê yê di bin şertê giran de ye, divê bê xurtkirin. Divê partiyên kurdan di nava xwe de diyalogê bêtir xurt bikin. Yekîtiya kurdan û hewldanên diplomatîk ên hevpar, dikare rê li pêş siyasetek nû veke."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Rûsya: Tawanbariyên Amerîkayê yên derbarê binpêkirina biryarên KENYyê bênbingeh in
    Dibe Hevpeymaniya Kurdistanî Rûsyayê jî tev li pêvajoya çareseriya nakokiyan bikin
    Pûtîn: Di 2017an de 72 tevgerên hêzên taybet yên biyanî hatin bêbandorkirin
    Etîketan:
    Nirxandin, operasyona efrînê, Yekîtiya kurdan, Hamit Bozarslan, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de