08:43 23 Nîsan 2018
    Jinên Erebîstana Siûdî

    Siûdî hemû rêzefîlmên tirk qedexe kirin

    © AFP 2018 / FAYEZ NURELDINE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Kanala MBC ku li alema erebî pir tê temaşekirin û navenda wê li Erebistana Siûdî ye daxwaz kir ku hemû rêzefîlmên tirk ji weşanê werin rakirin. 11 Kanal di bin banê MBCyê de weşanê dikin.

    Li gor nûçeya The Nationala Îngîlîzî ku li Îmarata Erebî weşanê dike ragiahnd ku MBCyê dîrektîf ji 11 kanalên ku pêve girêdayîne şand û daxwaz kir ku hetanî fermana duyemîn hemû rêzefîlmên tirk ji weşanê werin rakirin.

    Berdevkê Grûba MBCyê Mazen Hayek di nirxandina xwe ya The Nationalê de biryar serast kir, lê Hayek di nirxandina xwe de agahiyên ku biryar ji aliyê kê ve û çima hatiye dayîn eşkere nekir.

    Li gor daxuyaniya Mazen Hayek biryar 2ê Adarê hat wergirtin. Li gor agahiyan heta niha 6 rêzefîlmên tirk ji weşanê hatine rakirin.

    Bi heman mijarî:

    Herîrî piştî kirîza îstîfakirinê cara ewil li Erebistana Siûdî ye
    Li Erebistana Siûdî peykereka hêştirê ya 2 hezar salî hat dîtin
    Erebistana Siûdî nûçeya derbarê Îsraîlê de derewand
    Îran: Erebistana Siûdî, Îsraîl û Amerîka li dû aloziyên Rojhilata Navîn in
    Erebistana Siûdî qada xwe ya hewayî ji bo firînên Îsraîlê vekir
    Etîketan:
    MBCyê rêze fîlmên tirk qedexe kirin, Tirkiye, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de