19:21 20 Nîsan 2018
    Hevserokê PYD Salih Muslim

    Salih Muslim: Tenê Rûsya dikare êrîşên Tirkiyeyê rawestîne

    © AFP 2018 / BERTRAND LANGLOIS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim li ser pirsa hatine Efrînê ya Hêzên Gel ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê got ku rêkeftineke wan bi hikûmeta Sûriyeyê re nîne û bandora wan hêzên hatine Efrînê jî di şer de kêm e.

    Salih Muslim di hevpeyvîneke Euronewsê ya peyamnêr Gulsum Alan de, bal kişand ser operasyona Tirkiyeyê ye ser Efrînê de û da xuyakirin, "Em nizanin çi di navbera Tirkiye, Rûsya, Îran û Şamê de heye. Hikûmeta Tirkiyeyê li dijî mafên demokratîk ên kurdan amade ye bi her kesî re li hev bike. Li pişt serneketina çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê Tirkiye heye. Ji bo daxwaziyên kurdan bicih neyên dikarin bi Şamê re, Îranê re yan jî bi Rûsyayê re li hev bikin."

    ‘BANDORA HÊZÊN HATINE PIŞTGIRIYÊ KÊM E'

    Muslim li ser hêzên ku ji bo piştgiriya YPGê hatine Efrînê got, "Ew daxwaz bi temamî biryara rêveberiya Efrînê ye. Gotin, ger hûn bixwazin serweriya xwe biparêzin em amade alîkariyê bikin ji rêveberiya Şamê re. Hin hêzên çekdar hatin, lê bandoreke wan a cidî çênebû. Ji bo vê em rasterast bi rejîmê re neketin têkiliyê. Hemû hevdîtinên heta niha bi navbeynkariya Rûsyayê têne kirin."

    ‘HETA NIHA BERSIVA PIRSÊN ME NEHATIYE DAYÎN'

    Muslim herwiha destnîşan kir ku ‘tenê Rûsya dikare êrîşên Tirkiyeyê bide rawestandin û serweriya Sûriyeyê biparêze', lê ligel ku ofîsa wan a fermî li Moskowê heye û danûstandinan bi rayedarên rûsî re dikin jî bersiva pirs û daxwazên wan nehatiye dayîn.

    Bi heman mijarî:

    NATO: Me gotinên Pûtîn not kirin
    Li bajarê Tirkiyeyê alarma bombeyê
    Di navbera Pêşmerge û koma Alayên Spî de şer derket
    Ji Erdogan ji welatê Afrîka Maliyê daxuyaniya Efrînê
    Pûtîn: Çeka nû ya bihêz a Rûsyayê li ti cihekî din nîne
    Li Antartîkayê keriyekî nû yê penguenan hate keşifkirin
    Medya rojavayî axaftina Pûtîn nirxand: Qey dema sinyalê bistînin nehatiye?
    Etîketan:
    Rûsya, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de