05:15 23 Hezîran 2018
Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY)

Neteweyên Yekbûyî li seranserê Sûriyeyê 30 roj agirbest ragihand

© AP Photo / Mary Altaffer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Pêşnûmeya agirbesta 30 rojan a gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyeyê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi yekdengî hat pesendkirin.

Wezîra Karên Deve ya Swêd, Margot Wallström
© AFP 2018 / Ilmars Znotins
Pêşnûmeya agirbesta Sûriyeyê ya ku ji aliyê Swêd û Kuweytê ve hatibû pêşkeşkirin û sê caran dengdana wê hatibû paşxistin, îşev 24ê Sibatê di dengdana li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de hat pesendkirin.

Di biryara KENYyê ya ku bi yekdengî hatiye pesendkirin de, ji bo alîkariyên mirovî bigihin Sûriyeyê û bi taybet ji bo tehlîyekirina birîndar û nexweşên li Gutaya Rojhilat agirbesta 30 rojan hat ragihandin.

Nûnerê Kuweytê li NYyê Mansour Al-Otaibi piştî dengdanê ragihand, "15 dengên erê derketin. Bi vî awayî pêşnûma hat pesendkirin."

LI SERANSERÊ SÛRIYEYÊ HERÎ KÊM 30 ROJ AGIRBEST HAT XWESTIN

Di biryara pêşnûmayê de tê gotin, ji bo alîkariyên mirovî li seranserê Sûriyeyê bêyî ti astengiyekê werin gihandin, birîndar û nexweşên rewşa wan giran bêyî derengmane werin tehliyekirin, herî kêm ji bo 30 rojan daxwaza agirbestê hatiye kirin.

Etîketan:
Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de