20:46 21 Hezîran 2018
Efrîn

The Guardian: Serokên dinyayê çima piştgiriyê didin êrîşa ser Efrînê?

© Sputnik / Mikhail Alaeddin
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 70

Nivîskar David Graeber di gotara xwe ya rojnameya The Guardianê de, operasyona dijî Efrînê ya artêşa Tirkiyeyê dinirxîne û dibêje, ‘Parêzvanên Kobaniyê li dijî êrîşkarên îslamî DAIŞê bi ser ketin, qenciyê zora xerabiyê bir û niha li Efrînê jî heman tişt diqewime.”

David Graeber di nivîsa xwe de balê dikişîne ser ku artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên piştgiriya wan dike, niha li aqlê selîm ê şerê Sûriyeyê û aştiyê parçe parçe dikin.

'SÊ SAL BERÊ HEMAN TIŞT LI KOBANIYÊ PÊK HAT'

Nivîskarê îngilîz dibêje, "Sê sal berê, dinyayê li şervanên jin û mêr ên piraniya wan bi keleşkofan li bajaroka Kobaniyê berevanî li hemberî milîtanên îslamî yên bi tank, top û çekên pêşketî temaşe kirin. Yên berevanî dikirin, israr dikirin ku ew ji bo şoreşa demokratîk a femînîst têdikoşin. Şervanên îslamî jî tam ji bo vê yekê dixwestin wan tune bikin. Lê parêzvanên Kobaniyê bi ser ketin û ev yek wek serketina qenciyê li hemberî xerabiyê hat silavkirin."

'DINYA PÊ RAZÎ KIRINE KU TÊKOŞERÊN KOBANIYÊ NIHA TERORÎST IN'

Nivîskar dide zanîn, niha jî li Efrînê heman tişt diqewime û bêdengiya serok û welatên cîhanê wiha tîne ziman: "Niha heman tişt pêk tê. Tenê vê carê hêzên cîhanî, bi awayekî rijd li kêleka êrîşkaran disekinin. Bi awayekî xerîb, vê carê êrîşkaran serokên dinyayê, raya giştî pê razî kirine ku ew hemwelatiyên Kobaniyê yên wê demê piştgiriya wan kiribûn, niha terorîst in."

Nivîs wiha didome: "Mijara gotinê niha Efrîn e ku tekane hêza YPG-YPJ ya Kobanî parast û têkoşîn li dilê DAIŞê Reqayê daye ye."

'ERDOGAN BI AWAYÊ VEŞARTÎ DIXWAZE EFRÎNÊ JI KURDAN PAQIJ BIKE'

Nivîskar gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan yên; ‘Mebesta me radestkirina Efrînê bo hemwelatiyên rastîn ê Efrînê ye' bi bîr dixe û dibêje, "Ev niyeta veşartî ya paqijkirina niştecihên kurd ji Efrînê' eşkere dike.

'AMERÎKAYÊ JÎ JI BO EFRÎNÊ XWE NELIVAND'

David Graeber herwiha destnîşan dike ku ev zêdeyî mehekê ye, ‘têkoşerên YPG-YPJê bi awayekî girîng pêşî li êrîşê girtin. Lê wan ev bêyî piştgiriya ti hêzeke dinyayê kir. Heta Amerîkaya ku li herêmên DAIŞê piştgiriya YPGê dike jî, ji bo parastina Efrînê qet xwe nelivand."

Bi heman mijarî:

Hevseroka HDPê Buldan: Çîroka min li vê meydanê dest pê kir
Endamê Meclîsa CHPê: AKPê bi pêvajoya aştiyê gelê kurd xapand
'Em bi awayekî zelal dibêjin desteserkirin û girtin rêya çareserîyê dixetimîne'
Ezmanê St. Petersburgê bi sitûnên ronahiyê ve hat xemilandin
'Amerîka meaşê 36 hezar pêşmergeyan dide'
Amerîka: 'S-400 dê bibe sedema sepandina dorpêçan, werin em ji bo alternatîvê bixebitin'
Rûsya: Boykota şampiyoneya biatlon ya Amerîkayê, biryarek siyasî ye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de