20:47 21 Hezîran 2018
Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY)

Dengdana pêşnûmeya Gutaya Rojhilat cara sêyemîn hat paşxistin

© REUTERS / Joe Penney
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Dengdana li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya derbarê agirbesta ji bo Gutaya Rojhilat cara sêyemîn hat paşxistin.

Bi pêşnûmeya ku ji aliyê Swêd û Kuweytê ve hatibû pêşkeşkirin, dihat xwestin ku bi ragihandina agirbestê re 700 kesên li Gutaya Rojhilat asê mane, werin tehlîyekirin û mudaxeleya pizîşkî li wan bê kirin.

Beriya niha jî civîna bo dengdanê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo alîkariyên mirovî yên li Sûriyeyê û tehlîyekirina 700 kesan ji ber nelihevkirinê bo demjimêr 22.30ê 23yê Sibatê hatibû taloqkirin.

Hat ragihandin ku dê KENY ji bo dengdana pêşnûmeya Gutaya Rojhilat roja şemiyê bicive.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî derbarê mijarê de gotibû, "Pêşnûma xerentiyê nade ku milîtan jî li gorî agirbestê tevbigerin û şûnwarên li Şamê bombebaran nekin. Ji bo sepandina pêşnûmayê pêkan be, divê li ser formula me rêkeftin çêbibe. Formula me ew e ku eger alîgirên li Rojhilatê Gutayê û derveyî wê xerentiyê bidin, agirbest dê rasteqîn be û bibe xwediyê bingehekê."

Bi heman mijarî:

Di encama êrîşa 2 wesayîtên bombebarkirî de 21 kesan can da
Çavuşoglu: Heger sozên ku dane bicih bînin, em amade ne bi Amerîkayê re li hev bikin
Amerîka meha gulanê balyozxaneya Îsraîlê ya Qûdsê vedike
Di nîvê rê de bombe hat teqandin
Wezîrê berê bersiv da nameya Ocalan a bo Demirtaş
Civîna ji bo Rojhilatê Gutayê ya li KENY hat taloqkirin
Etîketan:
Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de