11:42 21 Hezîran 2018
Dezgehên medya welatên rojava

Şerê dezenformasyonê yê nû di medya rojavayî de: Gutaya Rojhilat

© RT .
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Medya Rojavayî ku bi nûçeyên xwe ji ber windayên sivîlan li Gutaya Rojhilat bi îdiayên xwe hikûmeta Sûriyeyê tawanbar dike, rê li ber şerekî nû yê dezenformasyonê vekiriye.

Di medyaya rojavayî de li şûna ku têkoşîna hêzên hikûmeta Sûriyeyê ya li dijî rêxistinên terorîstî yên Ceyş'ul Îslam, Fetîh el Şam (Nusraya berê) û Ahrar'uş Şamê bibînin, piranî çavkaniyên nêzîkî milîtanan dikin nûçe û tabloyeke ku hêzên hikûmetê sivîlan dikujin nîşan didin.

Şêwirmendê berê yê tîma gotûbêjên nukleerî yê Îranê Kaveh Afrasiabî ji Russia Today (RT) re li ser mijarê diyar kir, medya rojava bi yekgdengî hikûmeta Sûriyeyê xerab nîşan dide û bi vî awayî jî nefesê dide terorîstên ku hewil didin keleha dawî ya di destê xwe de biparêzin.

Balyozê berî yê Brîtanyayê li Sûriye û Iraqê Peter Ford jî RTyê derbarê dezenformasyona medya rojava got, ji ber ku di dîmenan de milîtanên cîhadî xuya nakin, dibe ku temaşevanekî ji rêzê bawer bike ku Esad sivîlan bombardiman dike, lê belê ew dîmen yekser ji aliyê cîhadîstan ve hatine amadekirin.

Di vê navberê de tê çaverêkirin ku Rûsya pêşnûmeya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya agirbesta 30 rojî li Gutaya Rojhilat veto bike.

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li NYyê Vasiliy Nebenzya pêşnûma wekî ‘utopya' nirxand û got ku mebesta wê propaganda ye û milîtanan teşwîqî provokasyonên çekdarî dike.

Bi heman mijarî:

'Amerîka ji bo bişîne Şamê milîtanan kom dike'
Ji Merkel û Macron nameya Gutaya Rojhilat bo Pûtîn
lraqê 4 jin û 27 zarokên rûsî yên pêwendiya wan bi DAIŞê re çêbûbû şandin welatê wan
Pevçûn li bajarê Zurihê rûda: 2 kes mirin
Li Rûsyayê 'Roja Pasevanên Nîştimanî' tê pîrozkirin
Etîketan:
Medya welatên rojava, Ewropa, aMERÎKA, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de