19:47 24 Hezîran 2018
Îsraîl

Haaretz: Îsraîl li Sûriyeyê piştgiriya 7 grûbên çekdar dike

© REUTERS / Ammar Awad
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnameya Haaretz a Îsraîlê derheqê başûrê Sûriyeyê de raporteke mezin weşand û ragihand ku Îsraîl ji tirsa windakirina Çiyayê Golanê piştgiriya 7 grûbên çekdar ê Sûriyeyê dike.

Raporta rojnameya Haaretzê ji aliyê rojnamevanê pispor ku heta niha gelek caran bi grûbên çekdar re hevpeyvîn kiriye û derbarê mijarê de analîz nivîsandine Alîrebat Chorkov ve hatiye amadekirin.

Alîrebat Chorkov di analîza xwe de got: "Em dibin şahid ku mudaxeleya Îsraîl di mehên dawî yên pêşveçûnên başûrê Sûriyeyê de diguhere. Sedema vê jî serkeftinên artêşa Sûriyeyê yên demên dawî û hebûna Îranê ya li Sûriyeyê ye."

Chorkov di analîza xwe de dibêje: "Piştî girtina odeyên operasyonê yên taybet ên Amerîkayê ku li Urdinê bûn, Îsraîlê piştgiriya gundên ku di bin kontrola grûbên çekdar de ne zêde kir û cara ewil li xwe mikur hat ku alîkariya sivîlên gundê Golanê kiriye. Lê nexwest agahiyên alîkariya çekan bo gundiyan serast bike. Îsraîl bi vê alîkariya pere û çekan dixwaze rê li ber pêşveçûna artêşa Sûriyeyê ya Golanê bigre."

Bi heman mijarî:

Îsraîl bi topan êrişî Xezzayê kir
Îsraîl texmîn dike ku nîvê sîstemên parastina hewayî yên Sûriyê îmha kiribe
Qasim Silêmanî Îsraîl tehdîd kir: Divê were tinekirin
Serokê Nuceba: Hetanî Îsraîl têk neçe em nasekinin
Pûtîn û Trump axivîn: Mijar Filîstîn û Îsraîl bû
Etîketan:
Îsraîl piştgiriya grûbên çekdar dike, Alîrebat Chorkov, Sûriye, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de