19:42 24 Hezîran 2018
Deriyê sînor

Deriyê sînor ji bo 4 rojan vedibe

© REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku deriyê sînor ê Xezzeyê (Deriyê Sînor ê Refahê) ji roja çarşemê pê ve 4 rojan bi dualî tê vekirin.

Balyozxaneya Filtistînê li Kahîreyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku rêvebiriya Misrê ji roja çarşemê pê ve wê 4 rojan Deriyê Sînor ê Refahê veke. Heta niha ji rêvebiriya Misrê derbarê mijarê de ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Li Xezzeyê 7 deriyên sînor hene, ji wan deriyê Refahê di destê rêvebiriya Misrê de ye û şeşên mayîn jî di kontrola Îsraîlê de ne. Ji van 6 deriyan 4 jê piştî Hemasê di hilbijartinê de bi ser ket ji aliyê Îsraîlê ve sala 2007an hatin girtin. Ji herdu deriyên mayîn tenê nexweş, karsaz û xwediyê pasaportên biyanî dikarin derbas bibin.

Bi heman mijarî:

Ji ber ‘piştgiriya wî ya îstîkrara herêmê û refahê' madalyaya zêr dane Pûtîn
Misir, deriyê sînor ê Refahê dîsa vekir
Misir ji ber ‘seksîbûna zêde' dansoza rûsî deport dike
Misir: Operasyona Efrînê ya Tirkiyê derbeyeke li xebatên ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê
Senatorê rûs: Sûriye, Iraq û Misir dikarin pergalên S-400î bikirin
Etîketan:
Vekirina Deriyê Sînor ê Refahê, Xezze, Misir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de