14:36 22 Gulan 2018
    Benyamîn Netanyahu

    Du kesên nêzî Netanyahu ji ber lêpirsîna bêrêtiyê hatin binçavkirin

    © REUTERS / Amir Cohen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Polîsên Îsraîlê fişarên xwe li ser Serokwezîrê Israîlê Benyamin Netanyahu zêdetir dike. Polîs di çarçoveya lêpirsîna bêrêtiyê de 2 navên nêzî Netenyahu û bitevahî jî 7 kes desteser kirin. Berdevkê malbata Netanyahu bertek nîşanî lêpirsînî da: "Lêpirsînek din ya bê wate ye"

    Polîsên Îsraîlê piştî du lêpirsînên di çarçovaya bêrêtiyê û bertîlê ya derbarê Netanyahu de vê carê jî derbarê 2 kesên nêzî serokwezîr de biryara binçavkirinê da û bi tevahî jî 7 kes roja yekşemê desteser kirin. Berdevkê berê yê malbata Netanyahu Nir Hefetz û Midurê Giştî yê Wezareta Ragihandinê ku ji aliyê serokwezîr ve hatibû pêywirdakirin di nav 7 kêsên ku tên sûcdarkirin de cih girtin.

    Hat ragihandin ku 7 kesên desteserkirî wê heta roja înê girtî bin. Di daxuyaniya polîsên Îsraîlê de tê îdiakirin ku lêpirsîn ji ber bêrêtî, bertil û binpekirina ewlehiyê ve hatiye kirin. Her çiqas Netanyahu di lêpirsînê de wek sûcdar nayê dîtin jî berdevkê malbata Netanyahu bertek nîşanî lêpirsînî da: "Lêpirsînek din ya bê wate ye."

    Her wiha hat payin ku piştî pêşniyaza dozgeriyê, ji bo lêpirsînek derbarê Netanyahu de bê vekirin, dibe ku bi mehan bidome.

    Bi heman mijarî:

    Polîsê Îsraîlê: Têra xwe delîl hene ku Netenyahûyî bertîl xwarine
    Parlamenterê tirk: Yên ku bertîl ji Sarraf standine bila malê wan were desteserkirin
    Riza Sarraf mikur hat ku li Tirkiyê ji bo ji girtîgehê derkeve bertîl daye
    Zencanî bertîl daye 3 wezîrên Tirkiyeyê
    Etîketan:
    bêrêtî, bertîl, doz, polîs, pere, Israîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de