05:15 23 Hezîran 2018
Katar- Doha

Qetar tevlî Zîrweya Yekîtiya Erebî ya li Siûdî dibe

© REUTERS / Naseem Zeitoon
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Wezîrê Derve yê Qetarê Şêx Muhammed bin Abdurrahman el Sanî di axaftina xwe de ragihand ku li Erebistana Siûdî wê tevlî Zîrweya Yekîtiya Erebî bibin.

Li gor ajansa nûçe ya Qetarê (QNA), el Sanî di axaftina xwe ya Meclisa Şûra ya Qetarê de ji bo politikaya derveyê welat got: "Li kîjan welatî jî Qetar wê tevlî Zîrweya Yekîtiya Erebî bibe. Eger ev welat yek ji welatê ku ambargo danîbe ser Qetarê be û prosedorên pêwist bi cih neyîne ne Qetar ew welat dê winda bike."

El Sanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa hevkariya stratejîk a Qetar-Amerîkayê kir û got: "Amerîka li gor peymana ku hatiye îmzekirin eger Qetar rastî êrişekê were dê alîkariyê bide. Ev peyman jî dide nişandan ku Amerîka ne li cem welatên ku ambargo danîne ser Qetarê. Amerîka hewl dide çareseriyekê ji krîzê re bibîne û naxwaze gengeşî li kendavê zêde bibe."

Bi heman mijarî:

Qetar: Îran gelekî bi kêrî me hat
Qetar: Em pir dewlemend in, tehdîd bandorê li me nake
Muslim: Ji ber tifaqa Îran, Qetar û Tirkiyeyê gelek xortên kurd hatine kuştin
Qetar ji Amerîkayê bi 12 milyar dolarî balafirên şer standin
Qetar: Em xwe teslîmî ti kesî nakin û dev ji siyaseta xwe jî bernadin
Etîketan:
Zîrweya Yekîtiya Erebî, Şêx Muhammed bin Abdurrahman el Sanî, Erabîstana Siûdî, Qetar
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de