11:48 21 Hezîran 2018
Sînorê Îsraîl û Sûriyeyê

Îsraîl bi topan êrişî Xezzayê kir

© REUTERS / Ammar Awad
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Artêşa Îsraîlê bi topan êrişî noqteya leşkerî ya komên berxwedan ên Filistînê ya li Xezzayê kir.

Li gorî ragihandina çavkaniyên ewlekariya Filistînê, Artêşa Îsraîlê bi topan êrişî noqteya leşkerî ya komên berxwedan ên Filistînê ya li bajarê Xan Yûnûsê kirine û di encamê de mirî û birîndar çênebûne.

Artêşa Îsraîlê jî derbarê mijarê de daxuyaniyekî nivîskî weşand û tê de diyar kir ku di dema derbasbûna wesayîta leşkerî ya li sînorê Xezza-Îsraîlê bombe teqiyaye û li ser vê yekê xala kontrole ya li başûrê Xezzayê topbaran kirine. Rayedarên îsraîlî derbarê mirî û birîndar heye an ne agahî nedan.

Bi heman mijarî:

Li Îsraîlê bi hezaran kes li hember gendeliyê meşiyan
Polîsê Îsraîlê: Têra xwe delîl hene ku Netenyahûyî bertîl xwarine
Artêşa Sûriyeyê midaxeleyê balafirên Îsraîlê kir
Parlamentoya Îsraîlê nasîna ‘jenosîda ermeniyan' red kir
Brîtanyayê piştgirî da Îsraîlê
Etîketan:
êriş, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de