11:00 26 Nîsan 2018
    Polîsê Pakistanê

    Li hemberî hêzên ewlehî êrişa çekdarî: 4 polîs hatin kuştin

    © REUTERS / Fayaz Aziz
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li sînorê eyaleta Belucistan ê Pakistanê li hemberî wesayîta hêzên ewlehî êrişa çekdarî hat lidarxistin. di êrişê de 4 polîs hatin kuştin.

    Midûriyeta Polîsên Belucistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wesayîta polîsên sînorparêz li navenda rêvebiriya Ketta ya eyaleta Belucistanê rastî êrişa çekdarî hat. Di encama êrişê de 4 polîsên sînorparêz jiyana xwe ji dest dan.

    Li gor daxuyaniya midûriyetê êrişkar piştî bûyerê ji herêmê reviyane û hêzên ewlehî derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

    Êrişa çekdarî li dijî hêzên ewlehî Talîbana Pakistanê girte ser xwe.

    Di 16ê Berfenbarê de jî konvoya sînorparêzên pakistanî li navçeya Keç a Belucistanê rastî êrişa çekdarî hatibû û di êrişê de 5 polîs hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Li Pakistanê li dijî baregeha leşkerî êrîşa bombeyî: 11 mirî
    Li Pakistanê keçeke 7 salî rastî destdirêjiyê hat û hat kuştin
    Pentagonê alîkariya leşkerî ya 900 milyon dolaran bo Pakistanê rawestand
    Amerîkayê şandina alîkariyên bo Pakistanê rawestand
    Artêşa Pakistanê: Pêdiviya me bi pereyên Amerîkayê nîne
    Etîketan:
    Li Parîsê êrişa terorî, Belucistan, Pakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de