14:38 19 Sibat 2018
Zindî
    Yekîneyên Leşkerî yên Artêşa Amerîkayê li Sûriyê

    Amerîka hevalbendên xwe yên Sûriyê bi çi dikire?

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporê siyasetê yê rûsî Dmitriy Yevstafyev êrîşa hevpeymana bi pêşengiya Amerîkayê ya li Dêrazorê ser hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê nirxand û Amerîka dixwaze kontrola petrola li Sûriyê bi dest bixe.

    Yevstafyev ji Spûtnîkê re da xuyakirin ku Amerîka di serî de dixwaze aramiya herêmê têk bide û got, ji bo vê jî pêdiviya wê bi aborî, pere û hevalbendan heye.

    'AMERÎKA NIKARE HETA HETAYÊ HEVALBENDÊN BIRÇÎ TÊR BIKE'

    Pisporê rûsî bal kişand ser ku Amerîka niha tenê bi pereyan dikare li Sûriyê hevalbendan ji xwe re bikire û wiha pê de çû: "Li herêmê ji bilî têkiliya bazirganiyê ti şirîkan nabîne. Ji bo hevalbendên ku bikare li pêşerojê bikar bîne bikire, divê derametên girîng û erdê kontrol bike. Amerîka niha tam jî vê dike. Lewra Amerîka nikare heta hetayê van hevalbendên birçî têr bike."

    'DÊ HIN CARAN BERTEKÊN NELIRÊ Û DIJWAR BIDIN'

    Yevstafyev got, niha hevalbendên ku girêdayîna xwe bi Amerîkayê re nîşan didin, dibe ku sibe berê xwe bidin aliyekî din û wiha dewam kir: "Ji ber vê jî dê xetên petrolê û petrola dibin kontrola xwe de, bi her awayî biparêzin û li dijî her cure êrîşan hesas tevbigerin. Dê hin caran jî bertekên nelirê û dijwar bidin."

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê operasyona 15ê Sibatê: 77 kes hatin binçavkirin
    Serokê Afrîkaya Başûr Zuma îstifa kir
    Li Tirkiyê koma muzîkê ket lîsteya terorê: Xelata gilîkirinê 300 hezar e
    Li Enqereyê êrîşî avahiya HDPê kirin
    Li Amerîkayê êrîşa dibistanê: 14 kes hatin kuştin
    Li Şingalê meşa piştgiriya Efrînê
    Votel: Alîkariya Amerîkayê ya bo Pêşmerge berdewam e
    Etîketan:
    sÛRİYE, aMERÎKA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de