20:26 24 Gulan 2018
    Benyamîn Netanyahu

    Netenyahû belgeya tawanbarkirina xwe şiband 'penêrê Swîsrayê'

    © REUTERS / Jaime Saldarriaga
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku polîsan tewsiye li dozgerî kir ku Netenyahûdi bi du tawanên cuda yên "bertîlxurî, gendelî û bikaranîna xerab ên baweriyê" were tawanabarkirin, serokwezîrê îsraîlî daxuyaniyek nû da û belgeya polîsan şiband "penêrê Swîsrayê Yê qulqulî" û got ku "hevpeymaniya hikûmetê saxlem e".

    Polîsên Îsraîlê duh tewsiye li dadgehê kiribû ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû ji bo tawanên "xwarina bertîlan, gendelî û bikaranîna xerab a baweriyê" bidarizîne.

    "HEVPEYMANÎ SAXLEM E, EM NAÇIN HILBIJARTINAN"

    Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahûyê 68 salî di konferanseke li Tel Avîvê de axivî û got: Ez ji we re teqez dikim ku hevpeymanî saxlem e. Ne ez û ne jî kesekî din plan dike ku  biçe hilbijartinan. Em dê ji bo berjewendiyên gelê Îsraîlê heta dawiya maweyê bixebitin."

    Herwiha Netenyahûyî ew belgeya polîsan a ku ji bo wî hatiye amadekirin wek begleyeke "alîgir" bi nav kir û ew şiband " penêrê Swîsrayê yê tijî qul".

    Serokwezîrê îsraîlî îdîa kir ku ew belge "mirovan bi awayekî şaş beralî dike" û "ne li gorî rastî û mentiqê" ye.

    "WERE TAWANBARKIRIN JÎ NE MECBÛR E, ÎSTÎFA BIKE"

    Di belgeya polîsan de, hatibû gotin ku Netenyahû diyariyên buha ji çêkerê Hollywoodê Arnon Milchanî girtine. Netenyahû li ser wê jî axift û got: Ew (begle) dostaniya min û Milchanî ya 20 salan piştguh dike. Berî ez bêm ser peywirê jî me diyarî didan hev."

    Ji aliyê din ve, Netenyahûyî diyar kir ku meseleya ku dozgeriya giştî dozê li min veke, dibe bi hefteyan û mehan dirêj bike.

    Li gorî qanûnên Îsraîlê, eger Netenyahû were tawanbarkirin jî, ne mecbûr e ku îstîfa bike

     


    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Em û Sûriyeyê derbarê YPGê de heman tiştî difikirin
    Çavusoglu ji bo Sûriyeyê serdana Îranê dike
    Etîketan:
    Benjamîn Netenyahû, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de