15:42 21 Gulan 2018
    Wezîrê Enerjiya Îsraîlê Yuval Steinitz

    Wezîrê Îsraîlê: ‘Sûriye piştgiriya Îranê bike, wê Esad û Artêşa wî brînek mezin bistîne'

    © AP Photo / Remy de la Mauviniere
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Binesaziyê yê Îsraîlê Steinitz gef li rejîma Esad xwar ku du xêzikên sor yên Îsraîlê hene, heke Sûriye bibe baregeha Îranê dibe ku Esad bi xwe, rejîma wî hikûmet û Artêşa wî brînek mezin bistîne.

    Çar roj berê navgînek hewayî ya bêmirov ya Îranê ji Sûriyeyê rabibû û bi îdiaya ku binpekirina sînor kiriye ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hatibû ruxandin. Artêşa Sûriyeyê jî li ser vê êrîşê, balafira şer ya F-16 a Îsraîlê xistibû.

    Wezîrê Binesazî, Enerjî û Avê yê Îsraîlê Yuval Steinitz derbarê mijarê de ragihand ku xêzikên sor yên Îsraîlê hene, heke xêzikên me bi destûra rejîma Sûriyeyê ji aliyê Îranê ve bên binpekirin wê li hember Beşar Esad tedbir bên stendin. Steinitzê ku ji Radyoya Artêşa Îsraîlê re axivî bilêv kir, ku du xêzikên sor yên yên Îsraîlê hene, yek jê bi cihkirina Îranê ya li Sûriyê ye, ya din jî piştgiriya Şamê ya bo nûjenkirina pergala moşekên Hîzbûllahê ye. Steinitz da zanîn ku ev herdû xêzikên zor ewlehiya dewleta Îsraîlê dixe xetereyê.

    ‘ESAD Û HÎZBÛLLAH YEK IN'

    Wezîrê Binesazî yê Îsraîlê Steinitz daxuyand ku Esad û Hîzbûllah heman tiştin, di êrîşek li hember me de em bi tenê ne li hember çavkaniya êrîşê mukellefin, kê kiriye û bi alîkariya kê hatiye kirin em ji vê berpisryarin. Divê Esad baş bifikire û gavên xwe biavêje.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên Îsraîlê bi moşekan êrişî Sûriyeyê kirin
    Balafirên Îsraîlê Xezze bombebaran kirin
    Îsraîlê bi balafirên şer êrîşî Filîstinê kir
    ‘Balafirên şer ên Îsraîlê dîsa êrişî Sûriyeyê kirin'
    Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kirin
    Etîketan:
    balafir, îsraîl, suriye, Yuval Steinitz, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de