Li gor pisporê îsraîlî tenê Rûsya dikare rê li ber vî şerî bigre û rola navbeynkariyê bilîze. Ofer Zalzberg di axaftina xwe de got: "Li gor pêşbînê min tenê Rûsya dikare rîska derketina şer kêm bike û aliyan li dora nêrîneke hevbeş de bicivîne."
‘AMERÎKA NIKARE BIBE NAVBEYNKAR'
Cîgirê Serokwezîrê Îsraîlê Mihail Oren jî wek Zalzberg difikire. Li gor Oren Amerîka nikare bibe navbeynkar ji bo ku ti bandoreke Washîngtonê li ser Sûriyeyê tineye.
Dawiya hefteyê Îsraîlê Navgîneke Hewayî ya Bêmirov (NHB) a Îranê xistibû û paşî êrişî hedefên Îranê û pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê kiribû û Sûriyeyê jî balafireke F-16 a Îsraîlê xistibû.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)