18:39 20 Gulan 2018
    Serokdewletê Filîstînê Mehmûd Ebas

    ‘Em her cure hevkariya bi Amerîkayê re red dikin’

    © AP Photo / Jacquelyn Martin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas di hevdîtina xwe ya bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re de got, êdî ew navbeynkariya Amerîkayê naxwazin û her cure hevkariya digel wan red dikin.

    Ebas bal kişand ser helwesta Amerîkayê ya Rojhilata Navîn û wiha axivî: "Di vê atmosfera ku bi çalakiyên Amerîkayê çêbûye de, ji niha û şûnde em her cure hevkariya bi statuya navbeynkariyê ya Amerîkayê red dikin, lewra em li dijî çalakiyên wan in."

    Ebas herwiha da xuyakirin, ew di meseleya Filîstîn-Îsraîlê de ne li dijî navbeynkariya hêzên piralî ne û got, "Bo nimune, wek peymana digel Îranê dikare çar yan jî zêdetir welat tê de cî bigirin. Ne ku DYA bibe navbeynkar, pêwîst e ew jî yek ji wan aliyan be."

    Bi heman mijarî:

    Hewldana du partiyan a yekhelwestiya bo Efrînê bi ser neket
    Derba kuştinê li girtiyê ku operasyona Efrînê rexne kir xistin
    Fermandarê Giştî yê YPGê: Bila Artêşa Sûriyê Efrînê ji êrîşên Tirkiyê biparêze
    Li Sêrtê cûreyeke nû ya nebatan hat keşifkirin
    'Pentagon herî zêde girîngiyê dide reqabeta bi Çîn û Rûsyayê re'
    Pûtîn û Trump axivîn: Mijar Filîstîn û Îsraîl bû
    Etîketan:
    Filîstîn, Mehmûd Ebas, Amerîka, Îsraîl, Filîstîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de