18:45 19 Nîsan 2018
    Benjamîn Netanyahu

    Netenyahû: Me derbeyên giran li hêzên Îran û Sûriyeyê xistin

    © REUTERS / Dan Balilty
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyahûyî ragihand ku derbeyên giran li hêzên Îran û Sûriyeyê xistine û dê li dijî her hewldanê jî bi heman awayî berdewam bikin.

    Netenyahû di destpêka danişînele hikûmetê ya heftane de axivî û got: Berî çend deqîqeyan ez bi telefonê bi navîgatorî re axivîm û kêfxweş bûm ku baş bûye. Herwiha kêfxweş im ku rewşa pîlotî jî baş dibe û hêvî dikim zûtirîn dem bi temamî sax bibe."

    Serokwezîrê îsraîlî axiftina xwe wiha dewam kir: Em silavê li pîlot, leşker û fermandarên xwe dikin û di serî de li sererkaniya giştî ya parastinê dikin. Ew dewleta Îsraîlê diparêzin û em bi wan serbilind in.

    Li gorî Berdevkê Serokwezîrîtiya Îsraîlê a Ragihandina Erebî Ofîr Cendelmanî got ku Netenyahûyî gotiye: "Me derbeyên giran li hêzên Îranê û Sûriyeyê xistine. Me ji her kesî re bi zelalî eşkere kir ku rêbazên me yên xebatê dê qet neguherin û em ê li dijî her hewldanekê lê bidin. Siyaseta me ev bû û dê her wiha bimîne."

    Bi heman mijarî:

    Îsraîlê derbarê ‘Qirkirina Ermenan' de daxuyanî da
    Îsraîlê bersiv da: Pêwistiya me bi erêkirinê tineye
    Îsraîlê ji bo dengdana Qudsê bertek nîşanê NY da: Mala derewan
    Rûsya: Bogdanov bi balyozê Îsraîlê li Moskowayê Koren re mijarê Îsraîl û Filistînê axivî
    Polîsên Îsraîlê 2 hemwelatiyên tirk binçav kir
    'Li Qendîlê avakirina herêmeke nû ji aliyê PKKê ve projeya Barzanî û Îsraîlê ye'
    Îsraîlê: Ji Xezzeyê 3 moşek hatin avêtin
    'Amerîka û Îsraîlê li ser plana rawestandina Îranê li hev kirin’
    Etîketan:
    Benjamîn Netanyahu, Îran, Sûriye, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de