02:41 28 Gulan 2018
Artêşa Misirê

Artêşa Misrê li dijî terorê dest bi operasyoneke berfireh kir

© AFP 2018 / MOHAMED EL-SHAHED
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Artêşa Misrê li herêmên navîn û bakur yên Nîvgirava Sînayê û herwisa li herêma qeraxê çemê Nîlê û herêma çolê operasyoneke mezin ya ‘têkoşîna bi terorê re' li dar xist.

Daxuyaniya berdevkê artêşa Misrê di televîzyonê de hat weşandin û di wê daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, "Hêzên ewlehiyê vê sibehê li herêma navîn û bakur ya nîvgirava Sînayê li dijî terorîstan û rêxistinên sûcdar dest bi têkoşîneke berfireh kir."

Berdevkê artêşê diyar kir ku ev operasyon derdora Çemê Nîlê û herêma çolê ya li rojavayê welêt jî din av xwe de dihewîne.

Misir piştî ku di sala 2013an de serokomarê berê Muhammed Mursî ji aliyê artêşê ve hat têkbirin, li bakurê Nîvgirava Sînayê li dijî rêxistinên cîhadîst têdikoşe. Li herêmê gelek caran êrîşên ku dibin sedema kuştina hêzên polis û ewlehiyê pêk tên.

Di sala 2014an de koma ku xwe wekî ‘Wîlayeta Sînayê' bi nav kiribû, ragihandibû ku wan bîadê DAIŞê kiriye. Rêxistinên gelek êrîşên tund ên li Misrê girtibûn ser xwe.

Bi heman mijarî:

Li Misrê gundekî taybetî jinan: Mêr teqez nikarin tekevin nav gund
Vexwendina fermî ji bo Kongreya Diyalogên Sûriyeyê ji Iraq û Misrê re hat şandin
Li Misrê êrişkarekî çekdar êrişî dêrê kir: Herî kem 3 kuştî
Rûsya û Misrê, peymana destpêkirina seferên balafiran îmze kirin
Pûtîn serdana Misrê dike
Wezîre Berevaniyê yê Rûsya: Li hember terorê em piştgiriyeke tam didin Misrê
Etîketan:
operasyoneke berfireh, Artêşa Misrê, Misir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de