02:41 28 Gulan 2018
Moşek

Husiyan bi moşekan êrişî Siûdî kir: Birîndar hene

© AFP 2018
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku milîsên husî ji Yemenê bi moşekan êrişî Erebistana Siûdî kir. 3 zarok di êrişa moşek a husiyan de birîndar bûn.

Li gor ajansa nûçe ya Erebistana Siûdî (SPA) berdevkê Koalîsyona Erebî ku pêşengiya wê Erebistana Siûdî dike Turkî el Malikî di axaftina xwe de got: "Moşek li herêma Cazan a sînorê Siûdî û Yemenê ketin. Milîsên husî bi moşekan rasterast sivîl hedef girtin."

Turkî el Malikî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Moşekên ku ji aliyê husiyan ve hatin avêtin li cihê niştecihên sivîl ket û di encamê de 3 zarok birîndar bûn. Rewşa zarokê bi navê Ziyad Qasim Silêman Atifî giran e. Milîsên husî ku piştgiriya xwe ji Îranê werdigrin bi êrişa dijî sivîlan binpêkirina rêbazên hiqûqî didomînin."

Husiyan di sala 2014an de derbe li hikûmeta meşrû kirin û paytext Sana jî di nav de gelek herêman kontrol dikin. Erebistana Siûdî jî ji Adara 2015an ve li hemberî husiyan piştgiriyê dide hêzên hikûmeta meşrû.

Bi heman mijarî:

Serokê husî Siûdî û Îmarat tehdîd kir: Bila welatî ji navendên leşkerî dûr bibin
Şerê husî û hevalbendên Salih gur bû: Bi 10an kuştî
Li Yemenê di navbera husî û artêşê de şer: 38 kuştî
El Husî: Moşekên me yên balîstîk digihîjin qesra Qral Selman
Etîketan:
Çekdarên husî, Turkî el Malikî, Erebistana Siûdî, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de